Daxuyaniyeke rojnamevanî
Bi helkefta hatina Cejna Qurbanê ya sala (1445-2024), Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi kêfxweşî germtirîn pîrozbahiyan pêşkêşî gelê Sûriyê yê gewre li hundir û derveyî Sûriyê û gelê ereb û yê misilman dike, û ji Xwedayê mezin daxwaz dike ku bi aştî, ewlehî, aramî û bextewarî vê cejnê li welat vegerîne û gelê Sûriyê bigihêje daxwazên xwe yên bi sedên hezaran şehîd ji bo wan dane, bi hezaran girtî û kesên bi zorê hatine windakirin û bi milyonan koçber û penaber hîna jî qurbanîyan didin, ji bo ku bigihêjin rewşa hemwelatîbûna wekhev a li ser bingehên edalet, azadî û demokrasiyê.
Dilovaniya xweda ji şehîdan re,
saxbûna nêzîk ji birîndaran re,
azadî ji girtiyan re,
vegera bi dilxwazî, ewle û bi rûmet ji koçber, derbider û penaberan re.
Bijî Sûriya û gelê wê bi azadî û serfirazî.
Cejna Qurbanê li we pîroz be.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û peywendiyan
16 hezîran 2024