Daxuyaniyeke rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, revandina endamên partiyên
Encûmena Niştimanî ya Kurdî yên bi navên: (Mihemed Tehlo, Ehmed Taher Ramo,
Fethî Serhan Gedo) ji aliyê milîsên PYDê yên tirorist ve şermezar dike, û
daxwazê ji hevpeymaniya navdewletî dike ku bilez destwerdanê bike ji bo
azadkirina wan û rawestandina tevaya binpêkirinên ku ji aliyê milîsên PYDê yên
terorîst ve li dijî Sûriyan tên pêkanîn.Siyaseta binpêkirinan a milîsên PYD yên terorîst, yên ku xwedi bin nav û rêxistinên cuda de vedişêrin, çi di girtinan de çi di operasyonên wêrankirinê
yên berê yên ofîsên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li deverên di bin kontrola wê
de be, serederiya zordestî û tekrewiyê nîşan dide, bêyî behaneyek qanûnî hebe,
bi armanca bêdengkirina rikberan û tepeserkirina çalakiyên siyasî yên aştiyane.Hevbendiya niştimanî tekez dike ku astengî û binpêkirinên kuji aliyê van milîsan ve tên kirin, dijî Ereb, Kurd û tevaya sûriyan in, û ew jî
weke rêjîma Esed asteng in li pêşiya bidestxistina çareseriyeke siyasî li
Sûriyê li gorî biryarên navdewletî. Em bangê didin welatên endam di koalîsyona navneteweyî de ku
van binpêkirinan rawestînin û hemû girtîyên bi sedema ramanên wan ên cuda
serbest berdin.
Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û peywendiyan17 hezîran 2024