Bi helkefta Roja Cîhanî ya Qurbaniyên Êşkenceyê ku her sal 26ê Hezîranê ye, hejmarek ji rêxistin û saziyên şoreşger û yên mafên mirovan û yasayî, her weha hejmarek ji partiyên Sûriyê, kesayetiyên medyayî û çalakvanên mafên mirovan, konferansekê derbarê girtî, winda û qurbaniyên îşkenceyê ên di zindanên rêjîma Esed de li dar dixin.
Konferans di çarçoveya Hefteya Girtiyan de pêk tê ku di 20ê Hezîranê de li bajarê Efrînê dest pê dike, piştre derbasî Stenbol, Rewan, Bruksel û Lahay dibe û di 30ê Hezîranê de li Berlînê bi dawî dibe.
Di çalakiyan de pêşangehên wênesziyê, şano û xwenîşandanên li herêmên rizgarkirî û Suweydayê pêk tê, û hunermend Nawer Bulbul şanoya “Galîtî” pêşkêş dike, ku çîroka lêkolîner û nivîskar Michel Sora ê nivîskarê pirtûka “Sûriya Dewleta Hov” ê ku ji aliyê milîsên Hizbullah a terorîst ve hatibû revandin û radestî rejîma Esed kiribûn, ku heta mirinê îşkenceyên hovane dijî wî pêk hatibû vedibêje.
Yên ku konferansê û çalakiyan organîze dikin, armanca wan ew e ku balê bikşînin ser rewşa girtiyan, windayan, û qurbaniyên îşkenceyê di girtîgehên rêjîma Esed de, û peydakirina platformekê ku her tim bi rêya komîteyeke şopandinê lidarketî be ji bo gihandina dengê mêran û jinên rizgarbûyî û guh bidine wan û rêbazên îşkenceyê li wan hatine kirin bidin eşkerekirin, da ku kesê fermana îşkencekirina wan dane û yên tê de beşdar bûne bên dadgehkirin.
Organîzatorên konferansê tekez dikin ku dosyaya girtiyan di ser danûstandinê re ye, û nayê qebûlkirin ku ew li ser maseya danûstandinan bi rêjîmê re were danîn, û herwiha fişarê li civaka navdewletî dikin ku rola xwe di rawestandinê de bilîze da trajediya girtiyan berdewam neke.
Konfêrans daxwaza dadgehkirina her kesê ku fermana eşkencekirina girtiyan dane kir, her weha diyarkirina çarenivîsa Libnanî û filistîniyên ku di girtîgehên rejîmê de girtî ne, û tekez dike ku tawanên îşkencekirinê di navendên binçavkirinê de bi demê re nayên lêbûrînkirin, û piştgirîyê dide rêxistinên pispor di karûbarên girtiyan de da ku her kesê ku beşdarî îşkenceya girtiyên ramanê an siyasetmedaran bûye darizîne.
Konferans herwiha armanc dike ku piştgirîya gelêrî ji saziyên mafên mirovan re peyda bike ji bo dabînkirina dadgehkirina kesayetiyên rêjîmê û desthilatdarên defakto yên ku di derkirina fermanên îşkencekirina girtiyan de cih digirin, û avakirina rewşek domdar ji gelê Sûriyê re da daxwaza girtiyan bike û kesên ew işkence kirine werin sizadan .
Herwiha di konferansê de bang li hemû desthilatên defakto, bi taybetî desthilata Colanî û çekdarên PYDê yên terorîst hat kirin, ku girtiyên bîr û baweriyê û siyasîyan serbest berdin.
Konferans rewşa rizgarbûyên jin û mêr radixe ber çavan, û daxwazê ji sazî û dezgehên fermî û nefermî dike ku kar ji wan re misoger bikin, bi taybetî ji jinan re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî