Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi helkefta Cejna Remezanê ya sala 2024an gelê Sûriyê yê li her cihî her wiha gelên ereb û misilman pîroz dike, û hêvî û lavan ji Xwedê dike ku ev cejin careke din vegere ku gelê me û gelê cîhanê û xizmên me yên li xezayê bi aştî û ewlehî û aramî dijîn.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku paşeroja Sûriyê girêdayî ye bi yekrêziya gelê wê û berdewamiya têkoşîna wî ya rewa ji bo bidestxistina dewleteke azad, dadmend, demokrat û piralî ya rêzê li mafên hemû welatiyên xwe bigire bê cudahî. Û dê Hevbendiya Niştimanî ji bo bidestveanîna van xwestekan her tiştê jê tê bike ta gihiştina çareseriyeke siyasî ya dadperwer li gor biryarên navdewletî yên pêwendîdar.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî silavan li gelê me yê gewre yê xweragir tevî hemû rewşên dijwar li Sûriyê dike, nemaze xelkên me yên derbider û penaber, girtiyên di zindanên rêjîmê de û malbatên wan, bi hêviya ku em cejna Remezana tê bi serketin û azadiyê li tevahiya Sûriyê pîroz bikin.
Xwedê rojiya we qebûl bike.
Her sal hûn bi xêr xweşî bin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
10 nîsan 2024