Daxuyaniyeke Rojnemevanî
Hevbendiya Niştimanî hişyariyê der barê hewldanên çêkirina çi herêm an fermanberiyên ko viyana miletê Sûriyê berçav nagirin dide.
Hevbendiya Niştimanî Sûrî tekeziyê li ser pirinsîbên Şoreşê dike, û giringiya ku gel ji zordariyê rizgar bibe û dewleteke sivîl piralî û dîmuqratî ava bike, tê de mafê hemû pêkhateyan çi ,olî, netewî û mezhebî bin dabîn bibe.
û rizgariya ji stema li çi takekes an komelê di bin desthilatdariya malbata Esed de bûye, bi pirojeyên tekalî an pêşwext çareser nabe, lê belê bi pabendiya bi çareseriya siyasî ya ko dixwaze Desteyeke desthilatdar bi hemû desthilatan damezirîne, dergehê avakirina paşerojê li ber hemû Sûriyan vebe.
Destnîşankirina şêweyê dewleta Sûriyê ,Navendî be an Fîdralî be, ne taybetmendiya aliyekî bi serê xwe an parek ji milet an partiyekê an şepêlekê ye, lê belê ew dê bête biryardan, piştî ko danûstandin bigihên qonaxa lidarxistina kongirê damezirandinê yê Sûrî, ko wê destûreke nû ji Welat re deyne di rêya rapirsîna milet.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, çi pirojeyî ji derveyî vê pêvajoyê napejirîne, û ew sûr e li ser yekîtiya Sûriyê bi xak û Miletê xwe ve.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
17 Adarê 2016