Hevbendiya Niştimanî hişyarî der barê hewldanên çêkirina çi herêm an fermanberiyên ko viyana miletê Sûriyê berçav nagirin da.
Hevbendiya Niştimanî Sûrî di daxuyaniyekê de îro derxist, tekezî li ser pirinsîbên Şoreşê kir, û giringiya ku gel ji zordariyê rizgar bibe û dewleteke sivîl piralî û dîmuqratî ava bibe, tê de mafê hemû pêkhateyan çi ,olî, netewî û mezhebî bin dabîn bibe.
Bal kêşand ser rizgariya ji stema li çi takekes an komelê di bin desthilatdariya malbata Esed de bûye, bi pirojeyên tekalî an pêşwext çareser nabe, lê belê bi pabendiya bi çareseriya siyasî ya ko dixwaze Desteyeke desthilatdar bi hemû desthilatan damezirîne, dergehê avakirina paşerojê li ber hemû Sûriyan vebe.
Hevbendiyê diyar kir ko destnîşankirina şêweyê dewleta Sûriyê ,Navendî be an Fîdralî be, ne taybetmendiya aliyekî bi serê xwe an parek ji milet an partiyekê an şepêlekê ye, lê belê ew dê bête biryardan, piştî ko danûstandin bigihên qonaxa lidarxistina kongirê damezirandinê yê Sûrî, ko wê destûreke nû ji Welat re deyne di rêya rapirsîna milet.
Daxuyanî bi evan gotinan bidawî kir, Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, çi pirojeyî ji derveyî vê pêvajoyê napejirîne, û ew sûr e li ser yekîtiya Sûriyê bi xak û Miletê xwe ve.
Jêder: Hevbendî