Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Firokên dagîrkerên Rûs tawankariyên xwe derheqê sivîlên Sûriyê berdewam dikin, û çend kuştar li herêmên corbicor li Dêra Zorê û gundewarê wê roja 14 eylûnê pêk anîne, û giha Meyadîn û bajarok û gundên Biqers û Tabiya û Cedîdet Begara, û bi kêmanî 50 sivîl şehîd ketine.
Rojane gelek qurbanî dikevin û gelek tawankarî ji hêla firokên hevpeymana navdewletî çêdibin, û raportan tekez kirin ku bêtir ji sed kesan şehîd ketine, piraniya wan jin û zark in bi sedema ko firokên hevpeymana navdewletî ew bombebaran kirine.
Hevbendiya Niştimanî van tawankariyan pirotesto dike, û daxwaz dike ko hûrgiliyên wê aşkere bibin û vekolîneke bilez têde bibe û berpirsiyariya xwe hilgirin, bi taybetî ketina şehîdan û birîndarbûna sivîlan li ser destê hêzên hevpeymanê ya gelek caran bûye bê ko kes bipirsan an yên pê rabûne siza bibin.
Hevbendiya Niştimanî dîsa amanckirina sivîlan pirotesto dike, van zêdegaviyan tîne bîra aliyên berpirsiyar û aliyên civaka navdewletî ko ew tawankariyên cengê û binpêkirina yasaya navdewletî ne, û bêdengî beraber wan mijareke nayê pejirandin û şerm e, û ew sedema sereke ye ji berdewamiya pêkanîna wan re.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
15.09.2017