Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Agir bi daristanên Laziqiyê û Tertosê û zeviyên çandinê dikeve, û daristanên di şewtandina demên borî de neşewitîbûn îro dişewitin, û îro metirsiya bobelateke mezin heye ji encama sernekeftina di rûbirûbûna van agiran de, û agirê vêketî gihîştiye embarên semadê û keresteyên kîmawî.
Tête tekezkirin ku bêhtirê agirên bi deverê dikevin çêkirî ne, û dikeve çarçoveya dizî û talanê ji aliyê hin kesên daristanan dişewtînin daku destên xwe deynin ser cihên hatine sotandin ji bo koşk û vîla li şûnê ava bikin, her weha awayên din ji gendeliyê.
Paşguhkirin û rêvebiriya xirab hişt ku saziyên dewletê nikaribin li pêşiya kêşeyan bisekinin, û berovajî vê yekê ew alîkar bû di van qeyranan û her kêşeya ku dibe bobelat de.
Gendelî û dizî û rêvebirina xirab perçeyekî bingehîn e ji rijêmê, û rûxandina aborî û mirovahî û yasayî û jîngehî nayê rawestandin, û ne jî hilweşîna digêh corbecor kartên dewletê dê werin rawestandin, ger ev sîstema sitemkar û gendel neyê bidawîkirin, û jihevêxistina vê bingeha bobelatî ya rijêmê, û veguhistina siyasî yaky dê Sûriyê deyne ser riya nûavakirinê.
Hîlokoptirên rijêmê yên bi melyonan bermîlên teqîner berdane ser bajar û gundên Sûriyê bi armanca şewtandin û rûxandinê, îro nikarin bermîlên avê bavêjin daku agirên ku welat û xelkê me dişewtîne vemrînin, tevî Rûsiya jî yaku berî bi demekê agirên li derdorê vemrandine, lê îro piştguh deke û girîngiyê nade giyan û malûmilkên Sûriyan.
Em ji xelkê me yên li Sûriyê dixwazin ku li hember vê bobelatê hevkar bin, û bi raperîneke giştî rabin, û yaxîbûna sivîlî raghînin li hember vê rijêma ku giyan û malûmilkên dike qurbanî ji bo mandina wê li ser desthilatê, û ji bo razîkirina siponserên wê yên Rûsî û Îranî, ti jiyan ji Sûriyan re tune bêyî rakirina sitemkariyê û derketina dagîrkeran.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
11 çirya pêşî 2020