Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civînek şêwirdarî di riya odeyeke telfizyonî ya girtî re, li gel kesayetin niştimanperwer ji xelkê Cebel Elereb lidar xist, di nav zincîrek ji hevdîtinên ku Komîteya Diyaloga Niştimanî ya Hevbendiya Niştimanî pê radibe bi armanca gengeşekirina girîngtirîn astengiyên rastî şoreşa Sûriyê tên piştî deh salan ji destpêkirina wê, di dema guhartinên kûr di ketwar û bingeha civaka Sûrî de, ji bo ku rê li pêşiya pirosesa niştimanî ya berfireh xweş bikin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî Serokatiya civatê kir, û herdû cîgirên Serok Uqab Yehya û Ruba Heboş û Hevrêzkarê Komîteya Diyaloga Niştimanî Salim Elmislit, û Hevrêzkarê Komîteya Başûr Mihemed Qedah, û Sekretêrê Desteya Siyasî Riyad Elhesen, û Endamê Desteya Siyasî Behcet Etasî û Endamê Desteya Giştî Ebdilîlah Fehed amade bûn.
Û amadebûyan dawîtirîn pêşhatên siyasî û meydanî gengeşe kirin, û rûniştinê bi pêşkêşkirina sersaxiya malbatên qurbaniyên vê dawiyê dest pê kir, paş re amadebûyên civatê diyalogeke zelal rêve birin, û Serokê Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser xebatên Hevbendiyê di xurtkirina pêwendî û afrandina rewşa beşdariyê li gel tevaya rengên civaka Sûrî.
Û Elherîrî sipasiya xwe ji tevaya xelkê Siwêdayê yên mêrxasiyek rasteqîn di vedîtina sextekariya rijêmê û hewilên wê di çêkirina fitneyan di nav pêkhatên deverê de pêşkêş kir, û bal kişand ku ew nameyeke eşkere bû ku pir zor e jiyan bi rijêmê re bidome, an pilanên wê werin pejirandin, û rêzdariya xwe ji hestên niştimanî yên bilind yên li ba xelkê parêzgehê heye û şarezabûna wan li hember vê fitneyê anî ziman.
Û bal kişandin ku Hevbendiya Niştimanî bi çareya siyasî û cîbicîkirinên biryarên navdewletî yên taybet bi Sûriyê nemaze biryara 2254 pabend e, û got ku em bi hevparî li gel xelkê Cebel Elereb yên me bi wan re kar di Hevbendiya Niştimanî û Desteya Danûstandinên Sûrî û Komîteya Destûrî de kiriye şanaz in, her weha di tevaya qonaxên şoreşê de.
Û Elherîrî li ser pêşketinên girîng yên devera başûr bi hersê parêzgehên xwe Deraa, Siwêdai û Qinêtira dibin axivî, û tekez kir ku divê em girîngîyê bidin tiştên hevbeş di navbera xelkê deverê de û divê kar li ser xurtkirina wê bibe.
Û Cîgirê Serok, Uqab Yehya, şiroveyek li ser karê Hevbendiya Niştimanî derbarê nûkirina gotara niştimanî ji ber ku nûnerê rewa ye ji tevaya pêkhatên gelê Sûrî û li hemû deveran pêşkêş kir, her weha cextî li ser nerîna siyasî ya niştimanî yaku di qonaxa dawiyê de tekezî li ser yekîtiya Sûriyê di warê siyasî û cografî û civakî de kiriye.
Û Hevrêzkarê Komîteya Başûr, Mihemed Qedah, tekezî li ser girîngiya Hevdîtinê di xurtkirina pêwendîyê di navbera Hevbendiya Niştimanî û xelkê parêzgeha Elsiwêda kir, û bal kişand ser pêwîstiya berdewamiya hevkarî û hevrêziyê, daku tevaya astengiyên dahatî derbas bikin.
Ji aliyê xwe ve xelkê Cebel Elereb hejmarek pirsyarî vegotin, û li ser rewşa xwe û komkujiyên dermafê xelkê parêzgehê li ser destê milîsên rijêmê û rêxistina Daiş axivîn, û tekez kirin ku ew li bihêzkirina têkliyên dîrokî li başûr wek parêzgehên cêwî miqate ne, û nahêlin ti fitne cihê xwe bigrin, ji ber ku ew karên rijêmê ne û tiliyên Îranê û Rûsiya têde hene.
Û tekezî li ser pêwîstiya çareya siyasî li Sûriyê û pêkanîna dewleta yasa û destûr û azadiyan û rêzlêgirtina azadiya baweriyên olî û lêborîn û hevjiyana aştiyane û pirensîpên rewaya navdewletî ya mafên mirovan kirin.
Û kesên amade li ser mîkanîzmên şopandinê yên bedrest li bal xelkê parêzgehê, her weha avakirina komîteya şopandina kar li gel Komîteya Başûr di Hevbendiya Niştimanî de li hev kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî