Wezîrê Tendirustiyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, D. Meram Elşêx, ragihand ku hejmara pêketiyên vîrosa korona li bajarê Elbab yê gundewarê Helebê zêde bûye, û tekez kir ku nexwaşiya korona li bajêr pir bû piştî ku sîstema tenduristî nikaribû pêşwaziya hîn bêhtir pêketiyên korona bike.
Û Wezîrê Tenduristiyê got ku îro nexwaşî li bajarê Elbab pir bûye, û Wezaretê ta niha bêhtir ji 460 pêketî tomar kiriye, û got ku em hewcedarî xebatên rûmetdaran in ji bo em vê kêşeyê derbas bikin.
Û bal kişand ku karînên saziyên tenduristî yên li bajêr dixebitin pir lewaz in, çimkî di pileya yekê de dermanê çareseriyê kêm e, her weha mask û keresteyên paqijkirinê jî kêm in.
Û Wezîrê Tenduristî bang li saziyên tenduristî û saziyên saxlemiyê yên cîhanî û kesên dixwazin alîkariyê bikin bo dabînkirina pêdvîyên pêwîst kir, da pêwendiyê li gel Rêvebiriya Tenduristî ya Helebê bi awayekî lezgîn ldarxînin, daku li hember vê bêtarê rawestin.
Û wezîr cextî li ser pêwîstiya pabendiya welatiyan bi rêşûnên xweparastinê ji vîrosa korona kir, û got ku divê maskan bikar bînin, û bal kişand ku divê dûrbûna civakî di rûbirûbûna vê bêtarê de alîkar be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî