Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, pêşwaziya cezayên rêvebiriya Emrîkî yên nû li ser rijêma Îranî sepandine kir, û bal kişand ku sizayên vê dawiyê pêngaveke erênî û girîng e, û divê piştgiriya wê bi rêşûnên vebirtir bibe.
Û Hevbendiya Niştimanî di Daxwiyaniyeke Rojnamevanî de duh êvarî, tekez kir ku cezayên vê dawiyê nîşaneke diyar e li ser rêya ku divê bûyer ber pê ve herin, ew jî piştî ku ji tevayan re tekez bû ku ti çareya din tune ye li gel siyaseta Îranê û pirojeyên çêkirina nearamî û ewlehiyê li deverê, û siponseriya terorê, û piştgiriya sitemkariyê, û pêkanîna tewanên cengê û tewanên dijî mirovahiyê dermafê gelên deverê hat.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ku piştî sizayên ku rêvebiriya Emrîkî vê dawiyê li ser xelekên derdora rêxistinên terrorist yên girêdayî Îranê û di serî de partiya Hizbullah sepandine, îro hejmarek nû ji sizayan xeleka bankan ya piştgiriya rijêma Îranê dike armanc kir, ji ber ku deryê tewan û terorê ye, û di piştgiriya darayî bo pirojeyên terorî de bikar tîne.
Û Hevbendiya Niştimanî ji Civaka Navdewletî daxwaza kar li ser jihevêxistina torên terorîst ên Îranê li deverê kir, û got ku divê aliyên navdewletî yên çalak metirsiya derengmana hilgirtina berpisyariyê, her weha bandora derengmanê li ser mezinbûna kêşeyan û ziyana giyanan zanibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî