Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir, ku agirê bi daristanên Laziqiyê û Tertosê û zeviyên çandinê dikeve di nav şêweyên gendeliyê yê di nav saziyên dewletê de belavbûye tê, û bal kişand ku bêhtirê agirên bi deverê dikevin çêkirî ne.
Û Hevbendiya Niştimanî di Daxwiyaniyeke Rojnamevanî de duh got ku, ev sotandin dikeve çarçoveya dizî û talanê ji aliyê hin kesên daristanan dişewtînin daku destên xwe deynin ser cihên hatine sotandin ji bo koşk û vîla li şûnê ava bikin, her weha awayên din ji gendeliyê.
Û bal kişand ku paşguhkirin û rêvebirina xirab hişt ku saziyên dewletê nikaribin li pêşiya kêşeyan rawestin, û berovajî vê yekê ew alîkar bû di van qeyranan û her kêşeya ku dibe bobelat de, û bal kişand ku agirên ku nû bi daristanan ketine, ew daristanên berê ji şewatanidan rizgar bibûn jî hatin sotandin.
Û daxwiyaniya Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku gendelî û dizî û rêvebirina xirab perçeyekî bingehîn e ji rijêmê, û rûxandina aborî û mirovahî û yasayî û jîngehî nayê rawestandin, û ne jî hilweşîna digêh kartên dewletê yên corbecor, dê neyê werin rawestandin, ger ev sîstema sitemkar û gendel neyê bidawîkirin, û jihevêxistina vê bingeha bobelatî ya rijêmê, û veguhistina siyasî yaky dê Sûriyê deyne ser riya nûavakirinê.
Û Hevbendiyê got ku Hîlokoptirên rijêmê yên bi melyonan bermîlên teqîner berdane ser bajar û gundên Sûriyê bi armanca şewtandin û rûxandinê, îro nikarin bermîlên avê bavêjin daku agirên ku welat û xelkê me dişewtîne vemrînin, tevî Rûsiya jî yaku berî bi demekê agirên li derdorê vemrandine, lê îro piştguh dike û girîngiyê nade giyan û malûmilkên Sûriyan.
Û Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji xelkê Sûriyê kir, ku li hember vê bobelatê hevkar bin, û bi raperîneke giştî rabin, û yaxîbûna sivîlî raghînin li hember vê rijêma ku giyan û malûmilkên dike qurbanî ji bo mandina wê li ser desthilatê, û ji bo razîkirina siponserên wê yên Rûsî û Îranî, ti jiyan ji Sûriyan re tune bêyî rakirina sitemkariyê û derketina dagîrkeran.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî