Giropa Kar ji bo Filestîniyên Sûrî, duh duşemê, di raporeke xwe de diyar kir, ku rijêma Esed dest daniye ser malûmilkên Filestîniyên Sûrî li hejmarek ji kamp û taxên filestîniyan li Şam û Helebê, bi bihaneya ku xwediyên wan xanî û malûmlikan bi opozisyonê re didin û distînin.
Û Giropa Kar eşkere kir ku pirosesên destdanîna ser malûmilkên penaberên Filestînî li kampên Sipênê, Xan Elşîh, Elhusêniyê û Elzîyabiyê yên gundewarê Şamê û herdû Kampên Nêreb û Henderat yên bajarê Helebê pêk hatin, û got ku ew malûmilik yên hin çalakvan û karmendên hawarçûnê û rojnemevan û leşker û girtiyên Filwstînî ne, û rijêma Esed bi bihaneya danûstandina wan bi rikberiya Sûrî an terrorê an togeyên Filestînî yên rikberên rijêmê re tuhmetbar dike.
Û Giropa Kar bal kişand ku bi dehan malbatên Filestînî yên li Sûriyê malûmilkên xwe li gelek deveran ji dest dane, û hin aliyên bi ser dewletê ve xaniyên wan lihev par kirine, wek şaxên ewlekariyê û wezaretên dewletê û endamên milîsên li kêlek rijêmê şer dikin.
Û ev rapora di bin navê Destdanîna Ser Malûmilkên Filestîniyên Sûriyê di nav komek ji raporên taybet de tê, yên ku beşê lêkolînan di Giropa Kar de li ser dixebite, daku bibe wek lêveger ji bo lêkolînvanan di tiştê girêdayî penaberên Filestînî bi giştî û penaberên Filestînî yên li Sûriyê bi awayekî taybet.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî