Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Daxuyaniyên vê dawiyê yên sikirtêrê giştî yê Komkara Erebî Nebîl Elerbî li ser pêşniyarkirina boçûnekê derbarê Hikûmeta yekgirtiya Niştimanî red kir; ji ber ku ew boçûn ji aliyekî ve beruvajî naveroka daxuyaniya Jinêv e, ya ku di deqa xwe de tekeziyê li ser damezrandina desteyeka Fermanrewiya veguhêz bi tevaya desthilatdar û destewajoyên cêbicêkar dike û di nav de desthilat û destewajoyên serok -Komar ku Encûmena Ewlekariyê bi xwe daxuyaniya Jinêv wek destpêk bo çareseriya Siyasî di Sûriyê de pesend kiriye.
ku guhertina sîstema siyasî ya stemkar ya niha bi awayekî ji kok ve û giştgîr, û tevî guhertina serok û serkirde û damudezgehên ewlekarî yên wê; ew armancê şoreşê bûn yên ji bona wê miletê Sûriyê derket, lewra em di Hevbendiya Niştimanî de tekez dikin ku her pêşniyarek hewla zivirandina derziya demjimêrê ber bi paş ve bide, yan derbasî hin mijaran bibe û çavê xwe ji rêkeftinên bûyîn derbarê çareseriya siyasî bigire ; dibe corek ji tevlîhevkirina kaxet û pelikan û yekser dikeve di berjewendiya hêzên stemkar û terorîst de.
Salim Elmislit
Berdevkê Fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
30 cehzeran 2015