Şandek ji Hevebndiya Niştimanî Sûrî îroj, çarşembê li ser vexwendina ji hêla şanderê navdewletî li Sûryayê Stîvan Dî Mîstora, berê xwe dide Cinêv paytexta Siwêsrayê.
Şande bi serokatiya Serokê Hevbeniyê Xalid Xoce ye, herweha herdu cîgirên serok jî, Hişam Merwa û Mistefa Oso, û endamên desteya siyasî Ehmed Remedan, Hesan Elhaşimî, Emîndarê Giştî yê berê Bedir Camûs, û Serokê berê Hadî Elbehra.
Wê hevdîtin asoyên çareya siyasî li gor pêşketinên dawî û awayên pêkanîna daxuyaniya Cinêvê û geşta Dî Mistora ya vê dawiyê li herêmê goftûgo bike.
Hevbendî pêgiriya xwe bi çareya siyasî li gor daxuyaniya Cinêvê û derbasbûna bo qonaxeke veguhêz tekez dike, di riya pêkanîna desteya fermanrewaya veguhêz ya divê li gor lihevkirinê be, ku rola Esed û sembolên rejîma wî yan ên ku tawan derheqê miletê Sûrî de kiribin tune be.
Herweha Hevbendî tekez dike ku desteya fermandariya veguhêz dikare sekêşiya Sûriyan bike bo ziwakirina kaniya tirora ku Esed beşdarî di hebûn û belavbûna wê de kir.
Jêder: Hevbendî