Desteya Giştî 35’emîn xula xwe bi navê şehîdên bergiriya sivîl li Selqînê wek rêzgirtin li şehîd û qurbaniyên bergiriya sivîl bi xulekeke bêdeng û xwendina sûretê Elfatihê li ser giyanê şehîdên şoreşa Sûriyê vekir, û paşî raportên serokatiyê û sikirtêrê giştî û biryarên desteya siyasî hatin pêşkêşkirin, ku têde çaksaziya Hevbendiyê cihekî mezin hebû, ku ji aliyê desteyê tevlîbûna hejmarek ji nûnerên hêzan wek endam hat pesindkirin, û tevlîbûna 10 endaman ji nûnerên pêkhateyên jinan û bizavên siyasî.
Ji aliyê endaman ve, rewşa Idlibê û pêşniyarên şanika kirîzan ya li vê xulê hatiye dirustkirin û rola Hevbendiyê û hikûmeta demkî û encûmenên xwecihî hatin gengeşekirin, û herwiha sikaleya xwe li ser her beşdariyekê ligel rêveberiya binavê “rêveberiya sivîl” tomar kir, û herwiha kiryarên “desteya rizgarkirina Şamê” li dijî hikûmeta demkî û wezaret û encûmenên xwecihî şermezar kir, û rewşa Reqê û Dêrazorê û navçeyên kêmkirina şer gengeşe kir, û li dawiyê çend biryar û araste hatin standin wek dirustkirina komîteyeke berfereh li Cezîrê û Feratê, û destxweşî li agirbestekê li ser seraserî xaka Sûriyê, û ku kongirê Astana û biryarên “kêmkirina şeran” nebin alternatîv ji çareseriya siyasî û danustanên Cinêv û ji biryarên navdewletî yên pêwendîdar re.
Daxuyaniya şanderê navdewletî yê alîgir ji aliyê desteya giştî ve hat red kirin û hatin pêşniyarkirin ku nameyek derbarê vê yekê û têde rola şanderê navdewletê bête riswakirin û bête şandin ji sikirtêrê giştî yê NY re.
Desteya giştî pêdagiriya xwe li ser çareseriya siyasî ya ligor daxuyaniya Cinêv û biryarên navdewletî yên pêwendîdar tekez kir, û dubare pabendiya xwe bi piransîpên şoreşa Sûriyê li hember piroseya veguhestineke siyasî ya giştgîr dupat kir, nemaze helwesta xwe li hember serok û serwerên Rijêmê û bi redkirina her roleke wan di qonaxa veguhêz û paşeroja Sûriyê de û hewldanên rijd ji bo pêşkêşkirina wan bo dadgeha navdewletî wek tawankarên şer, nemaze ku li vê dawiyê bikaranîna çekên kêmiyayî li Xanşîxon wek belgeyekê nû li ser fayilê tawanên şer ji aliyê NY hatiye tekez kirin.
Derbarê guhertinên navdewletî, desteya giştî dît ku gelê Sûriyê qurbaniyeke mezin daye û ew tenê mafdara bi diyarkirina bijardeyên xwe, û pêkanîna daxwazên xwe bi rêka dirustkirina sîstemeke hikumraniyê ya sivîl û demokrat û firealî ku têde hîç roleke tawankar Bişar Esed û mezine karbidestên rijêma wî nebe, û hedem ku dakokiya gelê Sûriyê li ser xebata wê û nûnertiya vîna wê ji aliyê Hevbendiyê dibe van helwestan biguherîne ku bi awayekî rêkbikevin ligel daxwazên gel û belgenameyên mafên mirov, û pirojeyê mezhebperist yê Îranê li Sûriyê û oparesyonên revandin û koçberkirina neçarî û guhertina demografî û hawirdkirina milîsên mezhebperist şermezar kir û herwiha daxwaza derxistina sercem hêz û milîsên biyanî ji welat kir.
Carek din helwesta xwe ya zelal li dijî rêxistinên terorîst yên radibin bi karên berovajî ayînê Îslamê dupat kir, û herwiha dijberiya li dijî wan û giringiya bi dawîkirina hebûna wan li welat tekez kir, û desteya giştî dît ku pirojeyên parçekirinê û dirustkirina navçeyên hejmonxwaziyê, wek rêveberiya xweser sernakevin, û herwiha wê bêne redkirin ji aliyê hemû pêkhateyan ve, ji bo Sûriya bimîne welatekî yekgirtî bi yeksanî bo hemû hemwelatiyên wê di dewleteka sivîl û demokrat de.
Herwiha ku dirustkirina artêşeke niştimanî ya azad wê bimîne karekî serekî yê Hevbendiyê, lewra wê berdewam li ser bizavên xwe ligel hikûmeta demkî û tabûrên artêşa azad ji bo pêkanîna mercên pêwîst bo serxistina wê.
Li dema ku desteya giştî bi germî supasiya xebat û xweragiriya gelê xwe û xwepêşandanên aştiyane nemaze yên li parêzgeha Idlibê dike, hevdem wê bizavan terxan bike ji bo berferehkirina qada van xwepêşandanan li tevaya bajar û navçeyên Sûriyê û ji bo saxkirina giyanê şoreşê û resenatiya wê wek şoreşeke cemawerî aştîxwaz ji bo sercem pêkhateyên gelê Sûriyê.
Dilovanî ji giyanê şehîdan re
Saxî ji birîndaran re
Azadî ji girtiyan re
Silav ji bo gelê me yê xebatkar û xweragir re û serkeftin ji şoreşê re.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Desteya Giştî
15 êlûn 2017z