Enes Al-Abda, Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, xula 48 ya desteya giştî bi deqeyek bêdeng û xwendina soreta alfatiha li ser giyanê şehîdên şoreşa Sûrî da destpêkirin, û bi berfirehî behsa çalakiyên herî girîng û karên ku ji hêla desteys serokatiyê hatine pêkanîn kir, bi taybetî yên têkildarî pêşhatên siyasî, û oparesyona “Kaniya Aştiyê”, û serdana Maroko, di çarçoveya seredana hin welatên Erebî de, civîna bi rayedarên hikûmeta tirkî re, û civîna bi balyoz û nûnerên welatên Yekîtiya Ewropî re ji bo gotûbêjkirina awayên piştgirîkirina gelê Sûrî di tekoşîna xwe de ji bo azadî ji rejima zordar, û piştevanîya hikûmeta demkî ya Sûriyê, herwiha gotûbêjkirina rewşa li rojhilatê Firatê, û hewldanên artêşa niştimanî di çarçoveya oparesyona leşkerî de û hewldanên Hevbendiyê yên bi riya saziyên xwe ji bo peydakirina rewşeke ewle ji bo vegera kesên koçber û penaber.
Desteya giştî spasiya hewildanên wezareta parastinê kir li ser tevlîbûna Eniya Niştimanî ya Rizgarkirinê di nav rêzên artêşa niştimanî ya Sûrî de, ku feyleqên artêşa niştimanî bi vê yekê bûne heft feyleq, tevî şervanên herî baş yên parastina azadiya Sûrî û rûmeta gelên wê.
Herwiha giringî da pêngava wezaretê li ser belavkirina yekîneyên polîsên leşkerî li deverên Girêspî û Serêkaniyê ji bo peydakirina jîngeheke ewle ji bo vegera bi dilxwazî û ewle ya xelkên wan deveran piştî bidawîbûna operasyonên leşkerî û têkbirina PYD.
Serokê Hevbendiyê behsa hewildanên “komîta hevbeş” bi wezareta navxwe ya Tirkiyê re kir, ya ji bo şopandina karûbarên penaberan û rewşa wan ya yasayî, û bal kişand ser ku nêzîkê 10,000 doz hatine şopandin, ku piraniya wan hatine behskirin.
Desteya Giştî guhdarî raportên hikumeta demkî û serokê wê, Abdul Rehman Mistafa û zehmetiyên wê kir, û ji aliyê wezîran ve kurteyek li ser karên hatine pêkanîn di warên xizmetguzarî, tenduristî, perwerdehî, encumenên xwecihî û rewşa darayî û projeyên pêşniyarkirî û avakirina encûmena dadweriyê pêşkêş kirin.
Desteyê bala xwe da li ser pêşkêşkirina rastîn ya ku ji hêla wezîrê parastinê, general Dr. Salim Idris ve hatî pêşkêşkirin, li ser qonaxên ku ji hêla hikûmata demkî ve hatine avêtin di avakirina artêşa niştimanî ya Sûrî de, û rola wê ya diyar di çarçoveya operasyona “Kaniya Aşitiyê” de û serketina wê di kontrolkirina beşek ji axa Sûriyê bi piştgiriya dewleta Tirkiyê, û wezîfedarkirina alîkarê wezîrê parastinê bi serokatiya komîteyekê ji bo parastina ewlehiyê û parastina maf û milkên welatiyan li deverên rizgarbûyî piştî ku ew bû armancên terorê bûn.
Li ser rewşa siyasî, desteya giştî bi berfireh guhdarî gotara Serokê Komîteya danûstandinê Dr. Nesr Al-Harîrî, û hevserokê komîteya destûrî, Hadî Al-Behra kir, li ser atmosfer û hewildanên ji bo komkirina yekemîn civîna desteya destûrî, mekanîzmayên xebatê yên lihevhatî bi Netewên Yekbûyî re, û pejirandina helwesta Hevbendiyê li ser înîsiyatîfa çareseriyek siyasî ya dadperwer û berfireh, pabendbûn bi domdariya şoreşê û armancên wê, ya herî pêşîn ew e ku dawiyê bîne li rejîma zordar bi tevahî, damezrandina sîstemek sivîl û demokrat, ku parastina mafê mirovan û parastina mafên azadiyê bike, û çalakkirina rêçikên din yên veguhestina siyasî li gorî daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254 ya Encûmena Ewlekariyê.
Destey Giştî mijara helwestên Encûmena Niştimanî ya Kurdî derbarê operasyona Kaniya Aşitiyê, binpêkirinên di daxuyanî û gotinên wê de, û kampanyaya şerm û nerazîbûn li dijî çekdarên artêşa niştimanî, ku 200 şehîd pêşkêş kirin ji bo rizgarkirina axa Sûriyê ji rêxistina terorîst ya PYD, gotûbêj kir.
Hevbendiyê cext li ser pabendbûna xwe kir li ser rêkeftina hevbeş ligel Encumenê û piştrast kir ku pirsgirêka Kurd di hundirê doza niştimanî ya Sûrî de tê çareserkirin, Hevbendiyê daxuyaniyên bi ne rêzgirtina di navbera pêkhateyên Hevbendiyê de şermezar kirin, yên li dijî qurbanîyên gelê me li dijî terorê de, û piştgiriya xwe nîşan da ji nameya serokê Hevbendiyê ji Encûmenê re, ku têde daxwaz dike ku pabend be bi biryarên Hevbendiyê û birgên peymana hevbeş, û lêborîna xwe ji artêşa Niştimanî ya Sûrî re pêşkêş bike, li ser wan daxuyaniyên ne di rê de, û vexwendin Encûmenê bike ji bo dîtina desteya siyasî ya Hevbendiyê bicive ji bo gotûbêjkirina rewşa xwe li gorî berjewendiya niştimanî.
Rewşa meydanî bi girîngî ket rojeva gengeşeyên desteyê de, û êrîşên berdewam yên milîsên rêjîmê û hevalbendên wê bi piştgiriya Rûsyayê, û berdewamiya topbarana rojane li ser Idlib û gundewarên Helebê û deverên rizgarkirî û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku van tawanan şermezar bike, û darizandina tawanbaran û aktivkirina sîstema lêpirsîn û darizandinê li dijî tawanbarên şer û tawanên dijemirov, û tawanên domandina êşkenceya girtiyan û zêdebûna mirina zindaniyan û serbestberdana nêzî çarekek milyon girtî û aşkerekirina çarenivîsa 85 hezar kesên bêserûşûn.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê serhildana gelên Îraq û Libnanê li dijî gendelî û mezhebperestiyê, û hemû gelên ereb ji bo doza azadî û dadê silav dike.
Herwiha hemû beşên gelê me yên li hindur û penaber û koçber silav dike, û soz dide ku ew ê xebata xwe bidomînin da ku bigihîjin armancên xwe da ku dawî li rejîma faşîzm û zordariyê bîne ji bo damezrandina sîstemek demokratî, û pergalek azadî, wekhevî û dadmendiyê dabîn bike.
Rûmet ji şehîdan re, saxbûn ji birîndaran re û azadî ji girtiyan û kesên bêserûşûn re
Bijî Sûriya, û gelê xwe bi azad û serbilindî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Desteya Giştî
11.11.2019
Daxuyaniya Dawiyê ya Xula 48emîn Civînên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî