Daxuyaniya dumahiyê
Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, di ojên 17-18 heyva cotmehê de li bajarê Til Ebyadê yê girêdayî parêzgeha Reqayê, bi amadebûneke berfireh a kesayetiyên herêmê û çalakvanên wê, civîna xwe ya 73mîn lidar xist. Civînê bi deqeyek rêzgirtin û xwendina Fatihê ji bo giyanê şehîdên şoreşa Sûriyê destpê kir, piştre serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra, şiroveyeke siyasî ya berfireh pêşkêş kir, têde behsa pêşhatên dawî yên li ser asta herêmê û cîhanê û karvedana wan li ser Sûriyê, û plana karê Hevbendiyê ji bo rûbirûbûna kêşeyan û sûdewergirtina ji derfetên ku heye peyda bibin kir, û bi kurtî li ser civînên navdewletî yên berfireh ên serokatiya Hevbendiyê bi berpirs û nûner û şandên welatan re pêk anîne rawstiya, her weha behsa civîn û hevdîtinên ku li deverên rizgarkirî pêk anîne kir, û raporên Desteya Serokatiyê û ya Danûstandinan, Hikûmeta Sûrî ya Demkî, Yekîneya Hevrêziya Piştgiriyê, Girûpên Kar û komîte û dezgehên Hevbendiyê hatin nirxandin.
Desteya Giştî ya Hevbendiyê di rûniştina xwe ya destpêkê de, li axaftinên hejmarek ji xelkên herêmê yên beşdar di rûniştina destpêkê de guhdarî kir, û Desteya Giştî tekezî li ser karkirina rasterast û bi hemahengî ligel Hikûmeta Demkî re kir ji bo peydakirina çareseriyan ji hin astengiyên ku tên pêşiya wan re, bi taybetî yên têkildarî cotkaran, bi awayekî ku rewşa jiyana welatiyan li herdû bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê baştir bike. Di vê çarçoveyê de Hikûmeta Demkî ji bo vê demsalê ji sedî 50 baca gumrikê ya li ser pembû kêm kir, herwiha biryar hat dan ku bi heman rêjeyê bacên xelaskirina gumrikî bên kêmkirin.
Desteya Giştî di sê rûniştinên xwe yên girtî de, di du rojan de, gengeşekirina rojeva xula xwe ya 73mîn berdewam kir, ku di duyemîn civîna xwe ya girtî ya roja yekem de, bi beşdariya Serokwezîrê Hikûmeta Demkî û wezîran, rêyên serederiya bi pêşniyar û daxwazên xelkê bajarokên Til Ebyad û Serê Kaniyê û deverên din ên rizgarkirî re gengeşe kirin.
Civata Giştî tekezî li ser pêwîstiya bihêzkirin û aktîvkirina desthilata yasayî ya ku ji aliyê desteya giştî ya Hevbendiyê ve hatiye spartin kir, her weha pêwîstiya pêşdebirina yasa û rêziknameyên li navçeyên rizgarkirî tên bikaranîn, û pêwîstiya bihêzkirina rola desthilata serbixwe û bêalî û şopandina siyasetên giştî yên rê didin beşdarbûna beşên herî berfireh di mekanîzmayên biryardanê yên Hevbendiyê de, ji bo çareserkirina kêmasiyên dema niha hene û rê li ber başkirina rewşa jiyana Sûriyan li herêmên rizgarkirî veke ku bêyî bidestxistina serweriya yasayê ev ek nayê bidestxistin, û kar ji bo misogerkirina wê yekê bikin û hemû sazî pabendîyê bi pevgirêdaneke rêxistinî ya zelal bikin ku bibe faktera veqetandina hevseng di navbera desthilatên yasadanîn, cîbicîkar û dadwerî de, bi awayekî ku ewlekarî, dadmendî û aramiyê ji welatiyan re peyda bike û bi awayekî ku sazî û dezgehên mafên mirovan cîbicîkirina hemû erkên xwe misoger bikin, û derxistina yasayên nû yên ku tê de behsa rastiya bacê û pirbûna dezgehên ku bac û xercê distînin dikin, pêwîst e rê li ber her sepandina bac û xercê bê yasa li ser welatiyan bê girtin, û standina bacê were sînordarkirin. Di vê çarçoveyê de ji bo rêveberiya taybet a girêdayî Wezareta Darayî ya hikûmeta demkî ev biryar hatin dayîn:
Erkdarkirina Wezareta Darayî ji bo pêşkêşkirina proje yasayekê derbarê bac û xercên navçeyên rizgarkirî ji Girûpa Karê Yasayî û mafên mirovan re di hevbendiyê de, ku komxebateke hevbeş derbarê wê de li dar bixe û di nava du mehan de ji roja gihandina proje yasayekê ya civîna niha ji bo gotûbêjkirin û pesendkirin di rûniştina xwe ya bê de pêşkêşî civata giştî bê kirin.
Her wiha li ser pêwîstiya derxistina qanûneke taybet ji bo birêkûpêkkirina karê “sazî û bankên diravdana herî kêm ” hat gotûbêjkirin, û di vê çarçoveyê de ev biryar hatin dayîn:
• Erkdarkirina Wezareta Darayî ji bo pêşkêşkirina proje yasayekê ji bo sîstema karê “dezgeh û bankên fînansekirina piçûk û ya herî piçûk” bo komxebata yasayî û mafên mirovan a Hevbendiyê, ji bo lidarxistina komxebateke hevbeş derbarê wê de û gihiştina proje yasayekê di qonaxa du mehan ji roja civîna niha de ji bo gengeşkirin û pesendkirina wê di civînên xula dahatî de.
Desteya Giştî rêyên danûstandina yasayî ya dadane derbarê bicîanîna benda 263ê ya Qanûna Cezaya Leşkerî bi awayekî ku xizmeta edalet û berjewendiya giştî bike, gengeşe kir. Û di vê çarçoveyê de ev biryar dan:
• Erkdarkirina Wezareta Dadê ji bo benda 263ê di bin çavan re derbas bike û çareseriyên qanûnî û yasayî yên ku mafên welatiyan dabîn bike pêşinyar bike, bi awayekî ku berjewendiya giştî ya civakê biparêze, bi mercê ku ev yek ji Koma Xebatê ya Yasayî û Mafên Mirovan a Hevbendiyê re di heyama mehekê ji civîna niha de were pêşkêşkirin, ji bo encamdana proje yasayekê yan biryarekê ji aliyê desteya giştî ya hevbendiyê ve di rûniştina wê ya bê de.
Desteya Giştî di roja xwe ya duwem de gengeşeya li ser rojeva civîna xwe ya heftê û sêyem berdewam kir û raporta kar a Yekîneya Hevrêziya Piştgiriyê gotûbêj kir û piştre jî raporên meydanî û siyasî hatin gotûbêjkirin û Komîteya Leşkerî bi hûrgilî pêşhatên dawîn li Sûriyê û rewşa meydanî li herêmê bi giştî û li Sûriyê bi taybetî şirove kirin, li gel lêkolînkirina hemû bandorên wê yên texmînkirî. Paşê raporta siyasî û stratejiya hevbendiyê ya qonaxa bê ji bo rûbirûbûna pêşhatên vê dawiyê li navçeyê û bandora wan li ser rewşa Sûriyê hatin gotûbêjkirin û bi dengdana giştî hat pesendkirin.
Di rûniştina dawî de raporên girûpên kar, komîte û Desteya Têkiliyên Derve hatin pêşkêşkirin û nîqaş li ser wan hatin kirin.
Li gorî tiştên ku di civînên Desteya Giştî ya xula niha de hatin nîqaşkirin; Hevbendiya Niştimanî van helwêstên jêrîn diyar dike:
• Hevbendiya Niştimanî bi tundî armanckirina sivîlên bêguneh û navendên taybet û giştî ji aliyê hêzên asmanî yên Rûsî ve, û topbaran û bombebarankirina bi dronan ya ku rêjîm û milîsên Îranî li navçeyên rizgarkirî pêk tînin, şermezar dike, û daxwazê ji civaka navdewletî dike ku sivîlan biparêze û kar ji bo dadpirsîna tawankaran bi rêya Dadgeha Cezayê ya Navnetewî û dadgehên niştimanî yên welatên ku yasayên wan vê yekê dipejirînin bike.
Hevbendiya Niştimanî bi tundî ketina hêzên dagîrker ên Israîlî bo nav xaka Sûriyê, binpêkirina wê ji hêla agirbestê re, erzankirina rêjîma Esed ji serweriya dewleta Sûriyê re, neparastina axa Sûriyê hiştina ewlehî û aramiya wê li ber metirsiyan û veguhertina Sûriyê bo navçeyeke şerê wekalet ji bo xizmetkirina berjewendiyên rejîma Îranê û pirojeyên wê yên ji bo têkdana aramiya navçeyê û berfirehkirina hejmûna xwe li ser deverê şermezar dike.
• Hevbendî redkirina xwe ji rewşa şerê ku di navbera frakisyonên Artêşa Niştimanî de diqewime piştrast dike û daxwaz dike ku pirsgirêkên wan bi aqilmendî di riya yasayê re di bin serpereştiya Wezareta Berevaniyê de bên çareserkirin ji bo pêşxistina rêxistina Artêşa Niştimanî û şiyanên wê yên ji bo parastina welat û ewlehiya wî û parastina gel zêde bike.
• Hevbendî sîyasetên cihêkarî yên nerewa yên ku mafên penaberên Sûrî li Libnanê binpê dikin, şermezar dike, ku çûna beşekî ji Sûrîyan bo Sûrîyê bi zorê û neçarî dibe, û daxwaz ji Komîserîya Bilind a Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) dike ku bi lezgînî parastina navdewletî ji bo penaberên Sûrî yên li Libnanê mane û yên ku ji ber şerê ji wir reviyane û çûne deverên di bin kontrola rêjîma Esed û alîgirên wê de, Hevbendî diyar dike ku ew dosya penaberên sûrî yên li Libnanê li ser bilindtirîn astan
bi sazî û rêxistinên navdewletî re dişopîne, di derbarê wê de tekezîyê li ser berpirsiyariya hikûmeta Libnanê di ber ewlehiya penaberên Sûrî yên li ser xaka wê de dike, bi taybetî yên ku ji aliyê rêjîmê ve tên peyketin, her weha tekez dike ku ew berpirs in di ber derbasbûna Milîsên Hizbullah bo Sûriyê û beşdarbûna wan di tawanên şer de li dijî sivîlan, di nav de koçberkirina sûriyan bi darê zorê ji bajar, bajarok û gundên wan, û dagîrkirina wê ji bajarokên Sûriyê bi lihevkirina bi rêjîma Esed re, û em daxwaz dikin ku ew fermanên xwe derbixe û Milîsên Hizbullahê ji axa Sûriyê vekişînin.
• Hevbendî amaje bi biryara A/HRC/57/L.11 ya li ser rewşa mafên mirovan li Sûriyê di civîna 57mîn ya Encûmena Mafên Mirovan de dike û tekez dike ku ji ber berdewamiya binpêkirinên mafên mirovan li Sûriyê li ser destên Rêjîma Esed, Sûriya hîn ne ewle ye ji bo vegerandina penaberan, û tekezîyê li ser wê yekê dike ku pêwîste welat vê yekê paşguh nekin û guh nedin zanyariyên şaş ji aliyê rêjîma Esed ve, ku bi rêya wan îdia dike ku deverên wê ewle ne.
• Hevbendî tekezîyê li ser berdewamiya karê xwe di nava desteya danustandinan de ji bo komkirina navdewletî ji bo aktîvkirina piroseya siyasî bi piştevaniya Netewên Yekgirtî li Cinêvê dike, û tekezî li ser pêwîstiya danûstandina navdewletî bi kirîza mirovî li Sûriyê re di çarçoveya çareserkirina krîzan ne ya birêvebirina wan de, bi cîbicîkirina çareseriya siyasî û cîbicîkirina biryarên Encûmena Ewlekariyê jimare 2118 (2013) û jimare 2254 (2015) ji bo pêkanîna dadmendî, azadî, demokrasî û serweriya yasayê ji gelê Sûriyê re.
• Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser erkên mezin yên Hikûmeta Sûriyê ya Demkî di pêşkêşkirina xizmetguzariyan û başkirina rewşa jiyanê dike, û daxwaz ji Netewên Yekbûyî, rêxistinên wê û welatên bira û dost dike ku çavkaniyên pêwîst ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên xwe ji awareyan re misoger bikin. û ji xelkên navçeyên wê re, ji ber ku ew mazûvaniya hejmara herî mezin ji wan dike, û ew jî dihêle ku penaberên ku ji Libnanê direvin, werbigire.
• Hevbendîyê tekezî li ser yekkirina bac û xercên navçeyên rizgarkirî dike û dest bi karê xwe û hikûmeta xwe ya demkî dike ji bo amadekirina yasayên pêwîst bo wê yekê.
• Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser piştgiriya xwe ji gelê me yê kurd re dike, ferzkirina bernameyên xwendinê li ser wan şermezar dike, û silavan li tevgera sivîl a aştiyane li Minbicê û bakurê rojhilatê Sûriyê dike.
• Hevbendî tekezîyê li ser ferzkirina serweriya yasayê û rêzgirtina ji mafên mirovan re dike û pêwîstiya berdewamkirina pêşxistina hêzên polîsên sivîl û leşkerî û piştgiriya wan bi dahatên pêwîst ji bo pêkanîna ewlehiyê û cîbicîkirina yasayan, ji bo girtina sûcdarên tawan û binpêkirinan û wan derxin pêşberî dadwerîyek dadmend û serbixwe bê cudahîya li ser çi bingehekê be.
• Hevbendî redkirina xwe ya tam ji binpêkirina mafên welatiyên Sûriyê ji hemû pêkhate û mezheban tekez dike û cext dike ku pêwîstîya Sûriyê bi hewlên hemû xelkên wê heye ji bo bidestxistina dad, ewlehî û aramiyê ji bo avakirina Sûriyeke azad û serbixwe.
• Hevbendî tekezîyê li ser giringiya karê Sindoqa Qerzdanê ya Nûavakirina Sûriyê dike ji bo pêşvebirina aramiyê û hişt ku Sûrî bikarin hilberînê bikin, piştgiriya ewlehiya xwarinê û xizmetguzariyên pizîşkî bikin, û binesaziyê nû bikin, û bang li welatên bira û dost dike ku berdewamiya karê wê yê alîkarîyê misoger bikin .
• Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser giringiya xizmetguzariyên ku ji aliyê Yekîneya Hevrêziya Piştgiriyê ve tê pêşkêşkirin di peydakirina pêdiviyên welatiyan û pêşkêşkirina dane û lêkolînên amaran de, û tekezî li ser peydakirina jêderên pêwîst ji bo berdewamkirina karê xwe dike.
• Hevbendî hişyariyê dide li ser karesateke mirovî ya nêzîk ji ber kêmbûna berdewam di piştgiriya mirovî û alîkariyê de, kêmbûna rêjeya welatên ku sozên xwe bi cih tînin, û hejmara zêde ya penaberên ku ji tirsa şer li Libnanê direvin ber bi bakurê rojavayê Sûriyê ve, û Ew kesên ku ji deverên rêjîmê ber bi deverên rizgarkirî ve hatine koçberkirin, bi taybetî bi nêzîkbûna zivistanê re Civaka navdewletî daxwazê ji welatan dike ku bi lez sozên xwe bi cih bînin û piştgiriya zêdetir bikin ji ber ku rêjeya xizaniyê û birçîbûnê gihîştiye asta rekorê.
• Hevbendî şanaziya xwe bi gelê Sûriyê yê têkoşer diyar dike ku hîna jî qurbanî dide dadmendî, azadî û demokrasiyê, û silavan li xwenîşanderên aştiyane yên jin û mêr li Suweyda dike, yên ku li dijî rêjîma Esed in, û daxwaza berdewamiya wan. ji bo çareseriya siyasî li gor biryara jimare 2254 (2015) Encûmena Asayîşê.
Silav li şehîdên şoreşa mezin a Sûriyê
Ji kesên girtî û bi zorê hatine windakirin re azadî
Vegera ewle û dilxwazî ya penaberan û kesên koçberkirî re
Bijî Sûriyeya azad û serbixwe
Gelê wê bi comerdî û bi rûmet bijî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî
Civata Giştî / xula 73
17-18ê cotmehê 2024