Șandek ji Hevbendiya Niștimanȋ bo Hȇzȇn șoreșȇ ȗ Hevrikiya Sȗrȋ bi serokatiya Dektor Xalid Xoce Serokȇ Hevbendiyȇ, bi Nȗnerȇn hȇzȇn șoreșger ȗ leșkerî ȇn li ser erdȇ șer dikin, herweha bi nȗnerȇn encumenȇn xwecihȋ ȇn li hindir hatine hilbijartin civiya.
Cȋvȋnkeran rewșa șoreșa Sȗrȋ ji hȇla siyasȋ, leșkerȋ, ȗ hawarçȗnȇ gotȗbȇj kirin, li ser serkeftiyȇn ku hȇzȇn șoreșȇ li hemȗ eniyan ji Bașȗr ta Bakur bidest xistine rawestiyan, ȗ ji millet re pȋroz kirin. Silavek rȇzgirtinȇ ji șervanȇn leheng ȇn ku vȋna xelkȇn Sȗrȋ di rȗxandina rejȋma dagȋrker de bi hemȗ simbol ȗ bingehȇn xwe anȋ ziman, bo rȇ bidin rejȋmek nȗ ku milletȇ Sȗrȋ tȇ de xwediyȇ nerȋn ȗ dȋtinȇ be.
Civȋnkeran tekez kirin ku piștgiriya bȇsȋnor ku Tehran ȗ Mosko ji bo rejȋmȇ di hemȗ waran de pȇșkȇș dike nikarȋbȗ ȗ nikare rejȋmȇ biparȇze ȗ wî careke din vejîn bike, ji ber tȇkçȗna saziyȇn wȋ yȇn siyasȋ, jihevketina alavȇn leșkerȋ ȗ zordar, ȗ herifandina rewșȇn wȋ yȇn aborȋ gihiște astekȇ ku bibe dȋlȇ biryara derve, vȋna ȇrȋșkerȇn milișiyȇn Iranî, Iraqȋ, Hizbillah, ȗ nandozȇn biyanȋ ku ew ji bo parastina xwe anȋbȗn.
Diyar e ku xelkȇn Sȗrȋ rȗ bi rȗ bi dagȋrkirinek Iranȋ, tirorist ȗ regezperistin, têkilî șȇweyekȋ tundrewiya netewȋ ȗ olȋ.
Tevlȋ van tiștan hemȗyan – lȇbelȇ bi sedema wȇ – șoreșa Sȗrȋ berdewam dike, ji ber ew nimȗneya herȋ paqij ȗ dijwar e di ezmȗneyȇn Buhara Erebȋ de, xelkȇn Sȗrȋ hest dibin ku ew tenȇ di șerȇ parastina azadȋ, rȗmet, ȗ hebȗna xwe de ne, di heman demȇ de berevaniyȇ di ber nasnameya deverȇ de dikin.
Di rewșeke ji lihevkirina giștȋ derbarȇ tiștȇn dibin ȗ awayȇn çareserkirina wan, civȋnker li ser van xalan lihev kirin.
1 – Tu çare nȋne ger ne bi rȗxandina rejȋma tawankar ȗ zordariyȇ be bi hemȗ simbol ȗ bingeh ȗ alavȇn ewlehiyȇ, ȗ divȇ ku tu rol ji serokȇ rejȋmȇ ȗ girupa wȋ a fermandar di qonaxa veguhȇz ȗ pȇșeroja Sȗrȋ de tune be.
2- kar bo pȇkanȋna bilindtirȋn pileyȇn lihevkirin ȗ hevrȇziyȇ di nêv hȇzȇn șoreșȇ ȗ hevrikiya siyasȋ ȗ leșkerȋ de bibe.
3- Parastina biryrara niștimanȋ a serbixwe, ȗ berdewamiya hevrȇziyȇ ȗ alȋkariyȇ bi hevalbend ȗ hevalȇn șoreșȇ re.
4- ji hemȗ Sȗryan bȇ xwestin, li ku bin, ȗ kȋ bin, bo tevli șoreșȇ bibin, ȗ beșdariyȇ di hemȗ erkan de bikin bo rawestana karȇn kuștin ȗ wȇrankirinȇ, ȗ di riwȇ çi pilana ku dixwaze welȇt perçe bike, yan rejȋma tirorȇ vejîn bikin rawestin.
5 – Yekbȗna xwȋna Sȗrȋ ferz dike ku divê çareserȋ tekȗz be ȗ bo giștiya pirsgirȇka Sȗrȋ be.
Li ser pȇkanȋna komȋtek șopandinȇ, hevrȇziya karubarȇn hevbeș, ȗ pȇșiniyarkirina çareyan bo pirsgirȇkȇn helawîstî hate lihevkirin.
Istenbol. Șemȋ 25 – 4- 2015
Kesȇn beșdar:
Artȇșa Islamȇ – Yekȋtiya Islamȇ a Ecnadȇ şamȇ – Feyleqa şamȇ – Ketȋbeyȇn şoreșgerȇn şamȇ – Feyleqa Humsȇ- Artȇșa Yermȗk, Eniya Ensarȇn Islamȇ – Artȇșa Ebabȋl – Komȇn Festeqim Kema Umirt – Firqa 24an a peyan – Liwayȇn Mistefayȇ Hebȋb – Firqa 69an – Encumena Dadweriya Azad – Encumena Parȇzgeha Idlibȇ – Encumena Parȇzgeha Helebȇ – Encumena Parȇzgeha Gundewarȇn şamȇ – Encumena Parȇzgeha Hemayȇ – Komȇn Serbazȇn Bedir