Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Xalid Xoca, erêkirina xwe li ser amadebûna Rawêjkariyên Cinêvê da, yên ko têde wê Tîmeke Nêvnetewî digel aliyên opozisyonê bi şêweyekî cuda di destpêka Gulana dahatî de şêwirdariyan bike.
Ev rawêjkarî ji bo aktîvkirina Daxuyaniya Cinêvê û xalên bingehîn şirove bibin û li ser dîtina opozisyonê û beşine berfireh ji civaka Sûrî rawestin, hem jî ya Hêzên Herêmê û ya Navdewletî da ber bi çareyeke siyasî ve ko miletê Sûrî xwe bi xwe birêve bibe herin.
Hevbendiya Niştimanî pabendiya xwe bi çareseriya siyasî dubare dike. Û dixwaze ko danûstandin ji cihê ko lê rawestiyane dîsa dest pê bikin. Da Desteyeke Desthilata veguhêz xwedan hemû biryar pêk bê. Tev ko baweriya Hevbendiyê bi Rêjîma Esed nayê, û ew li ser çareseriya leşkerî sûr e û sersariyê derbarê pêşxeriyên navdewletî dike. Anko Rêjîm jî dixwaze zêdertir qezencan ji demê wergire û Şoreşa Gelê Sûriyê ya ko doza azadî û rûmetê dike têk bibe.
Hevbendî tekez dike ko tu çareserî bê rûxandina Esed û dezgehên ewlekariya wî çênabin, hem jî tu rolê ji wan re di qonaxa veguhêz û paşeroja Sûriyê napejirîne.
Serkeftinên Şoreşgeran tirazûyan li ser xakê ferz dikin+, û gerek nerîneke nû ya Civaka Navdewletî li ketwariya siyasî ya nuha bête dîtin û piştgiriyeke bêtir tê xwestin.
Jêder: Hevbendî