Serokê Hevbendiya Sûriyê Xalid Xoca îro di gotarekê de bi helkefta serkeftinên mezin yên li ser destên şoreşgeran pêk tên tekez kir ku ” serkeftinên gelê Sûriyê me têxin li hember ketwarekî Siyasî yê nû û herwiha li hember tarazû û hevkêşeyên nû, ku gel serdikeve û rêjîm têkdişke”.
Xoca di peyva xwe de pîrozbahî li xelkên Sûriyê û şoreşgeran kir bi rizgarkirina ” Idlib û Busra Elşam û Nesîb û Cisr Elşixûr û rûberên berferh ji deşta Elxab”, û ev hemû bi “çekên sivik û bi hin çekên navencî”.
Xoca cext kir ku Hevbendiya Niştimanî “bi hîç şêweyekî razî nabe bi çareseriya siyasî bê rûxandina rêjîma Esed û bendekên wî, û herwiha beşdar nabe di hîç piroje û danustandinekê de ku di pêşiyê de avakirina sîstemeka azad li Sûriyê neyê liberçavgirtin”.
Xoca dît ku rêjîma Esed “di warê abûrî de têk diçe piştî ku di warê mirovahî de têkçû, ku nakokî di navbera berpirsyarên rêjîmê yên piledar de gihiştine radeyeka xwînewî û dijminahiyê, heta ku nakokî gihiştine nav malbeta Esed bi xwejî, û herwiha tawankarên malbeta Elmexlûf bi yekcarî winda bûn, yên alavên kuştinê bi çekên ku bi diravên ji milet hatine dizîn dikirîn “.
Dîsa Xoca tekez kir ku “serkeftinên lehengên me li Idlib û Hema û Laziqiyê û Der’a û Şamê, berpirsyaretiyek taybet têxe li ser milê me ku ewjî bi xurtkirina kar û xebatê û bihêzkirina hevrêziyê û xwe dûrkirina ji fitine û cudahiyê û karê destbidest bo serxistina piroseya kargeriya xwecihî ya li navçeyên rizgarkirî”, di heman demê de axavtinên tirsonek û alîgêrên rêjîmê yên dibêjin ku serkeftin yên hêzekê bitenê ne ret kir û got ku ” Serkeftinek hevbeş e ku çendîn hêz û tabûrên cuda cuda têde pişkdar bûn, serkeftinek ku Sûriyan nirxekî mezin pê dane û ew serkeftin bo hemû xelkên Sûriyê ye, ne ya hêzekê bitenê ye”.
Herwiha xoca duhî li Istembolê di hevdîtinekê de ligel hêzên şoreşger tekezî li ser hevkokî û hevsaziya Hevbendiyê û hêzên şoreşger yên Sivîl û serbazî kir “hewcedariya berdewamkirina têkşikestina rêjîmê bi têkşikestinek mezintir heye,û bi bihêzkirina xebat û hevkariyê bo serxistina rêvebirina navçeyên rizgarkir bi bêalî û hevbeşî”.
Li dawiyê Xoca Sipasiya dewletên dost û bira kir li ser piştgiriya wan ya li ser hemû astan.
Jêder: Hevbendî