Digel berdewamiya bobilata mirovî û lehiya xwîna Sûriyan, û berdewamiya rêjîma Esed digel herdu hevalbendên xwe Rûsiya û Îranê di kuştin û tawankariyê de,hevdem digel pêşhat û guhertinên siyasî yên bilez, hêzên Şoreşa Sûriyê li ser van xalan rêkeftin kirin:
Yekem: Em piştgiriya xwe ji piroseya siyasî re di çarçovê piransîpên Şoreşê de tekez dikin, herwiha em tekeziyê li ser hewlesta xwe dikin ya pêwîstiya bicihkirina tevahiya bendên (12,13) yên di biryara 2254 an de ya sala 2015an de hatine, û girêdayî rewşa mirovî ne, yên ku tekezî li ser wan hatibû kirin di encûmena asayişê de di biryarên (2118 sala 2013, 2139 û 2165 li sala 2014 an), û em wan dibînin wek mafekî mirovî ku nabe piroseya siyasî bê bicihkirina wê dest pê bike.
Duwem: Em NY û civaka navdewletî berpirsyar di ber berdewmiya dorpêçkirin û birçîkirin û bombebarankirina sivîlan de dibînin, ji ber ku rêjîm neçar nekir ji bo bicihkirina biryarên encûmena ewlekariya navdewletî yên navhatî.
Sêyem: Em bi yekcarî qeyd û mercên Rûsiya û destêwerdana wê di danustandin û piroseya siyasî de red dikin, destwerdanên bi rêka destdirêjiya serbazî û keyslêanîna siyasî û destêwerdana wê di karubarê opozisyona sûriyê de.
Çarem: Em berpirsyaretiya çi têkçûna piroseya siyasî , têxin sûcê rêjîma Esed û hevalbenda wê Rûsiya , ji ber berdewmiya wan di tawanên cengê de bi kuştin û birçîkirin û dorpêçkirina sivîlan û wêrankirina jêrxane û nexweşxane û xwendingeh û derwazên sînorî, û redkirina bicihkirina biryarên encûmena asyişê , berî destpêkirina danustandinan.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Fermandariya Eniya Başûr
Firqa Bakur
Artêşa Îslam
Supeha Şam
Artêşa Yermûk
Eniya Alîgirên Îslamê
Firqa Naverast
Artêşa Elnesir
Tabûrên Şoreşgerên Şamê
Artêşa Eltewhîd
Eniya Elşamiyê
Yekîtiya Îslamî Ya Leşkerên Şamê
Firqa Eşîretan
Firqa Amûd Horan
Firqa 24 Ya Piyade
Firqa Mexawîr A Yekem
Tabûrên Ensar Elîslam
Lîwayê Dehem Yê Beravê
Fewcê Yekê
Eniya Resenatî Û Geşepêdanê
Firqa 16 Ya Piyade
Tabûrên Elsefwa Yên Îslamî
Artêşa Elmucahidîn
Tevgera Rizgarkirina Himusê
Eniya Elşam
Kombenda Azadîxwazên Horanê
Kombena Azadîxeazên Elbadiye
Lîwayên Qasiyon
Firqa Elhemze
Lîwayê Cîdorê Horan
Lîwayê Şehîd Xesan Tiwêriş
Firqa Fecir Eltewhîdê
Artêşa Elîze
Supaha Himus
Lîwayên Elfurqan
Lîwayê Bazên Elzawiyê
Firqa 13
Firqa Yekê Ya Beravê
Encûmena Leşkerî Li Qonêtira Û Colan
Firqa Sultan Murad
Lîwayê Pêncê
Firqa 312
Lîwayê Elmihtesim
Tabûrên Elerbeîn
23 Rêbendan 2016