Wezîrê derve yê Emerîka Con Kêrî got ku”Beşar Elesed di riya bikaranîna çekan dijî miletê Sûriyê, bû sedema çêbûna yek ji mezintirîn qeyranên mirovahî di dîrokê de”.
Û wiha jî got”Esed çek bi şêweyekî hovane dijî Sûriyan bikar aniye, û bû sedema mezintirîn qeyrana mirovahî di serdema niha de, û xaza ku ew yek ji çekên wêrankirina giştî ye, û ji demeke dirêj de qedexe ye bikar aniye”.
Û di gotineke wî ya ku di rûniştineke taybet de di çarçoveya dîdargeha aborî ya cîhanî ya ku doh li Davosê li dar ketibû, Kêrî da xuyakirin ku “şerê dijî rêxistina DAIŞê ji aliyê Hevpeymana Navdewletî ve ya ku berî 16 heyvan hatiye damezirandin berdewam e, û nêzîkî 10 hezar êrîşên asimanî dijî rêxistinê pêk anîne”, û tekez kir ku”bi wê yekê radeya bandora yekrêziya hêzên asîmanê yên hevpeymaniyê dan xuyakirin “.
Û Kêrî bal kişand ser ku”Hevpeymanî alîkariyê bi endamên xwecihî re di şerê wan yê dijî DAIŞê de dike, û wan gelek serkeftinên giring di şerê dijî terorîstiyê de pêk anîne, û wan riyên jêderên piştgiriya aborî ya DAIŞê girtine, û ev bû sedema kêmkirina dana rêxistinê ji pereyan re bo endamên xwe bi rêjeya 50%”.
Jêder:Elenadol