Îro roja şembiyê, desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bi nûnerên hêzên leşkerî re civiya, di civînê de bi hev re pêşhatên meydanî û yên leşkerî û dawîtirîn guherînkariyên siyasî yên ji bona piroseya danustandinan gengeşe kirin, û rêkeftin li ser pêşevebirina hevahengiyê bo rûbirûbûna neyarên şoreşa sûriyê kirin.
Berî civînê daxuyaniyeke hevbeş derket û têde Hevbendiyê û hêzên leşkerî piştgiriya xwe ji piroseya siyasî re di çarçovê piransîpên Şoreşê de tekez kirin, herwiha helwesta xwe tekez kirin li ser pêwîstiya bicihkirina tevahiya bendên (12,13) yên di biryara 2254 an de ya sala 2015an de hatine, û girêdayî rewşa mirovî ne, yên ku tekezî li ser wan hatibû kirin di encûmena asayişê de di biryarên (2118 sala 2013, 2139 û 2165 li sala 2014 an), û gotin ku em wan wek mafekî mirovî dibînin ku nabe piroseya siyasî bê bicihkirina wan dest pê bike.
Daxuyaniyê tekez kir ku NY û civaka navdewletî berpirsyar in di ber berdewmiya dorpêçkirin û birçîkirin û bombebarankirina sivîlan de, ji ber ku rêjîm neçar nekirin ji bo bicihkirina biryarên encûmena ewlekariya navdewletî yên navhatî.
Herwiha daxuyaniyê bi yekcarî qeyd û mercên Rûsiya û destêwerdana wê di danustandin û piroseya siyasî de red kirin, destwerdanên bi rêka destdirêjiya serbazî û keyslêanîna siyasî û destêwerdana wê di karubarê opozisyona sûriyê de.
Hevbendiyê û Hêzên leşkerî berpirsyaretiya çi têkçûna piroseya siyasî , xistin sûcê rêjîma Esed û hevalbenda wê Rûsiya, ji ber berdewmiya wan di tawanên cengê de bi kuştin û birçîkirin û dorpêçkirina sivîlan û wêrankirina jêrxane û nexweşxane û xwendingeh û derwazên sînorî, û redkirina bicihkirina biryarên encûmena asyişê yên mirovî , berî destpêkirina danustandinan.
Jêder: Hevbendî