Gemiyên cengê yên Rûsiya yên li perava Sûriyê bicih bûne, bajarê Silqîn li gundewarê idlibê armanc kir, di encamê de 15 şehîd ketin, 6 zarok di nav wan de hebûn, û birîndarbûna bêhtir ji 20 kesên din.
Çalakvaninan ji bajêr got , hejmarek ji teqînan bajarê Selqîn yê nêzî sînorê Sûriya –Tirkiya piştî nîvê şeva bûrî hejand, ji encama ketina Mûşekên palîstî yên ji gemiyên cengê yên Rûsiya yên li Derya Spî bicih bûne hatibûn avêtin, nava bajêr û taxên daniştina sivîlan armanc kirin. Wê jêderê got ku ew teqîn bi şêweyê teqînên li pey hev bûn, tê gumankirin ku ew bi Bombeyên Goşeyî barkirî bûn û kolana Mesbexê armanc kiribûn.
Her weha doh bûyerin xwîndar çêbûn ji encama êrîşên balafirên Rûsiya li ser hejmarek ji bajar û gundên gundewarê Heleb û Idlibê, û hejmara giştî ya şehîdan giha 104 sivîlan, pirên wan pîr û jin û zarok in.
Jêder : Hevbendî