Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ragihand ku ji destpêka êrîşkirina Rûsya li ser Sûriyê, di 30ê Îlona 2015an de, balafirên wê 25 dibistan li gelek bajar û bajarokên Sûriyê kirine armanc.
Dibistanên ku ji aliyê balafirên Rûsya ve bûne armanc, wiha dabeş dibin, (14 dibistan) li Helebê, (6) li Idlibê, û (3) li Şamê û dibistanek li Dêra Zorê û yek li Reqayê.
Hikûmeta Demkî amaje bi wê yekê kir ku balafirên Rûsî tenê deverên di jêr kontrola Artêşa Azad û yên welatiyên sivîl dikin armanc, lê di heman demê de Rûsya dibêje ew ji bo şerê DAIŞê hatiye.
Herwiha asta êrîşên Rûsî li ser komelgehên sivîlan li her yek ji Gundewrên Heleb û Idlibê zêde dibe, û di heman demê de parêzgeha Der’a û Xûta Şamê bi awayekî himbiz têne topbarankirin.
Jêder: Hevbendî