Îro, êvarê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê xwepêşandanek cemawerî li bajarê Stenbolê lidar xist, bi mebesta pirotestokirina terora Rûsî li dijî gelê Sûriyê, û piştevaniya Rûsya ji terora her yek ji rêjîma Esed û milîsên Îranî yên mezhebî re.
Xwepêşanderan tekezî li ser rawestandina bermîlên Esed yên teqîner û êrîşên Rûsya dagîrker û rakirina dorpêçê û serbestberdana girtiyan kirin; û ew bi maf û mercên mirovî salix dan, û dan zanîn ku ev mijar ne cihê giftûgoyên siyasî ne. Herwiha daxwaza pêwîstiya cîbicîkirina van mercan berya çi danûstendinekê kirin.
Di xwepêşandanê de hejmarek ji endamên Hevbendiyê amade bibûn, û di serî de Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê Mihemed Yihya Mektebî, û Nûnerê Hevbendiyê li Tirkiyê Nezîr El-Hekîm,û serokê berê yê Hevbendiyê Hadî El-Behra, û serokê Desteya Yasayî Heysem El-Malih, û hejmarek ji endamên Desteya Siyasî û ya Giştî.
Jêder: Hevbendî