Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Xalid Xoca got ku tiştek nû di gotubêjên wezîrê derve yê Amerîka Con Kêrî de digel desteya bilind ya danustandinan tunebû, û amaje kir ku “bitenê nameyek bidariştineke Îranî û Rûsî bû”, û bal kişand ku hêjî destwerdana Rûsiya û Îranê dimîne ji bona têkşikandina “Desteya danustandkar”.
Xoca tekez kir ku “Kêrî ti soz nedan, û herwiha çi destpêşxerî pêşkêş nekir, ku ji demke dirêj ve ew xwe berhev dike bo veguhestina nameyekên ji dariştina Rûsiya û Îranê, ku ew ji dariştina heman nameyên îranê ye ku daxwazê dike bo dirustkirina Hikûmeteke Niştimanî ku rê bide berdewamiya Esed û kandîdkirina wî di helbijartinan de”.
Serokê Hevbendiyê bal kişand ser ku “Amerîka ji bo berjewendiya (Hêzên Sûriya Demokratîk) destwerdanê dike, û hêzên Sûriya demokratîk heman hêza leşkerî ye ya Encûmena Sûriya demokratîk) ya ku Rûsiya piştgiriya wê dike ava kir, ji bona peydakirina opozisyoneke alîgir ji rêjîmê re û alternatîv ji opozisyona rasteqîn re ya nûnerîtiya gelê sûriyê dike”.
Xoca got ku hîç arîşe li ser diyarkirina roj danustandinan nîne û got ” ji me re roj û dema wê ne giring e, ku sibe îradeya navdewletî peyda bibe û seqaya danustandinan amade bike, em di heman demê de amade ne ji ber me şanda xwe ya danustandinê amade kiriye”.
Ji aliyê xwe ve endamê Hevbendiya Niştimanî Burhan Xelyon got ku ” ne Rrûs û ne Aamerîkî û ne Îranî û nejî her dewleteke din dikare têkçûnê li ser miletekî ku biryara rizgarkirin û azadiya xwe daye bisepîne “.
Weha jî got: “heger hîç bijarde li pêş Sûriyan nemîne ji bilî bijardeya Vêtnamî yan ya Efxanî ji bona maf û serwerî û diyarkirina çarenivîsa xwe, û ew zehmetirîn û nexweştirîn bijarde ye, gelê Sûriyê di wêrekî û xweragiriya xwe de ji xelkên din nekêmtir e “.
Xelyon tekez kir ku “miletê serê xwe bitewîne û dest ji rûmeta xwe berde, ti wate ji mana wî re namîne, her wê di sertewandinê de jiyana xwe bibûrîne ta bê bişaftin û nemîne”.
Jêder: Hevbendî + Elşerq Elewset