Sê kesên sivîl li bajarê Qamişlo duh Yekşemê 24ê vê heyvê di encama teqînekê de li nêzî kafînêta Star li taxa Wista jiyana xwe ji dest dan û zêdî deh kesan birîndar bûn.
peyamnêrê me li Qamişlo zanyarî bo me gihand ku teqînê ziyanin mezin gihandine wê deverê, û di zûtirîn demê de ji hêla hêzên ewlkariya rêjîma Esed û Sotro û Esayişên bi ser Partiya Yekîtiya Demuqrat ve dever hate dorpêçkirin.
Li ser rewşa birîndaran Beraa Iweyid endamê tîma birînpêçiyê di nexweşxaneya Elselam de ji mere diyar kir ku rewşa birîndarên li cem wan bi tevayî baş e û meitrsî li ser jiyana wan nemaye.
Encûmena Niştimanî ya Kurdî di daxuyaniyeke xwe de îro ev karê teroristî yê kirêt şermezar kir, û bang li hemî xelkên navçeyê û yên Cizîrê bi tevahî bi hemî pêkhateyên xwe yên netewî û oldarî ve kir, ji bo hevgirtin û alîkarî û karê hevbeş bi armanca parastina aşîtî û peywendiyên civakî di nav pêkhateyan de, û rêgirtina li pêş her kesên dixwazin tevlihevî û gelaciyê peyda bikin, her wiha Encûmenê ji civaka nandewletî xwest ku bilezîne ji bo dîtina çareseriyeke siysî ku derdeseriya Sûriyan bi dawî bîne û wan ji hêzên terorist û terorîstan biparêze.
Tê zanîn ku piştî demjimêrekê ji teqînê rêxistina DAIŞ ew teqîn li ser rûpela bi navê Ejansa E’imaq li xwe girt.
Jêder: Hevbendî