Gordin Birawn şanderê netewên yekbûyî yê taybet bi warê hînkirinê got: hejmara zarokên Sûrî yên penaber wê dawiya sala îsal bighêje du milyon û nîvan, û ew hewcedarên hînkirinê ne.
Û Birawn got ku şer û cengan hiştine ku 5 hezar zarokên Sûrî her heftiyê dest ji welatê xwe berdin, û dazwaza dabînkirina hînkirinê ji zarokan re yên li dewletên Urdin û Libnan û Tirkiyê yên hawîrdor kir.
Û şanderê navdewletî got:”em hewcedarên 750 milyon dolarî ne ji bo destpêkirina pirogramên hînkirina zarokan li dibistanan di danê êvarê de, piştî bidawîbûna danê sibehê û danê piştî nîvroyê, 500 milyon dolar hat dabînkirin, em bihêvî ne perên mane di demeke nêz de dabîn bibin”.
Û diyar kir ku armanca wan ewe ku program li Urdin û Libnan û Turkiyê di riya 1600 dibistanî re cîbecî bikin, da ku bibe nimûneyek ku tevaya zarokên Sûriyê li xwe bigire heta sala 2017an, ev li gor acansa Enadol ya nûçeyan bû.
Di dema ku Hikûmeta Sûrî ya demkî ragihand ku balafirên Rûsî 25 dibistan li hejmarek ji bajar û bajarokên Sûriyê ji destpêka dijminkariya Rûsî li ser Sûriyê di 30ê Eylûla 2015an de armanc kirine .
Û dibistanên hatine armanckirin ji aliyê balefirên Rûsî ve evin: 14 dibistan li Helebê, 6 li Idlibê û 3 li Şamê û yek li Dêra zorê û yek li Reqayê.
Jêder :Hevbendî