Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî oparisyona firokên Rûsiya ya ji çend rojan ve li ser gundewarê Dêrazorê şermezar dike, ku bûye sedema şehîdbûna nêzîkî 160 sivîlî bê ku hîç bandorekê li paşketina rêxistina DAÎŞa terorîst bike.
Terora Rûsiya heman rêbaza tawankariya Esed pêrew dike di armanckirina bimebest ji sivîlan re û kuştina wan bi awayekî eşkera, ji ber ku sivîl armancên hêsan in û lebata wan girane, di hewlên xwe de bo pêkanîna her coreyekî ji “destkeftinan” li ser zemînê, ku her ji destpêka destêwerdana wê di sûriyê de li kêlek rêjîmê, bi wêrankirina gundên aram û kuştina xelkê sivîl bitenê dirabe.
Binpêkirina biryara 2254an ji aliyê Rûsiya û Esed ve berdewam e, ya ku deqa wê tekest dike li ser rawestandina bilaz ji êrîşên li dijî sivîlan,di dema ku bêdengiya civaka navdewletî didomîne ji bo bercewendiya rêjîma Esed û hewlên wê ji bona jinavbirina çareseriya siyasî.
Erzankirina xwîna xelkê Sûriyê bêşermî û bêrewştiyeke mirovî ya mezin e ji civaka navdewletî re, ya xwe birêzgirtina azadiyê û mafên mirov binav dike, di dema ku bêdeng dimîne li hember tawanekê bi vê mezinbûnê, herwiha ew piştgiriyeke eşkera ye ji tawankariyê re û beşdarîkirin di astengîkirina çareseriya siyasî de û jinavbirina piroseya danustandinê berî destpêkirina wê ye.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
26 Rêbendan 2016