Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Di deh salên bûrî de û ji encama şerê ku Rêjîm dijî gelê Sûriyê dike, ew gelê îro li gelek deverên dinyayê derbider û bêwar maye, ji bilî zehmetiyên derbiderî û penaberî û biyanîbûnê, gelek astengî tên pêşya wan, û niha jî wek tevaya xelkên cîhanê, tûşî belavbûna êşa Korona dibin.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî sersaxiya malbatên ku bi vê êşê mirine dike, çi yên ku Rêjîm nûçeyên mirina wan vedişêre an jî yên ji derveyî welat jiyana xwe ji dest dane, û di heman demê de keda pizîşkan û tevaya Sûriyên di warê tendurustî de li her derê bilind dinirxîne û rêz û hurmeta xwe ji wan re diyar dike.
Hevgirtin û alîkariya Sûriyan ji hevre di van rewşên dijwar de, ji salix û rewiştên vî gelê comerd e sertaserî dîrokê, û em ji berê de û ta niha jî hewcerarên hev in, em alîkariya mirov û heval û cîran û rêwiyan dikin, destê me her dem ji xêrê re dirêjkirî ye û her kesî ev tişt ji destpêka şoreşê de dîtiye.
Deverên rizgarkirî li bakurê Sûrî, hewceyî keda her kesên li hindur û derve ye, di warê piştgirî û alîkariyê de, çi xelkên me yên li hindur bin ku gerek e kesên bihêz alîkariya kesên lawaz bikin, û çi Sûriyên li derve bin, bi riya pêşkêşkirina alîkariyên tekane û yên tevayî, baweriya me bi xêrxwazên Sûrî ji karsaz û xwedanên pirojeyan û tevaya Sûriyan mezin e, û em hêvîdar in ku ew piştgiriya hewcedaran bikin û alîkariyên xwe di vê rewşê de ji wan re pirtir bikin.
em hêviyê ji xelkên xwe yên li welatên penaberiyê dikin ku berdewam bin di pabendiya bi rênimayên ji aliyên fermî derdikevin li deverên ku lê dijîn, û nûnerin rasteqîn ên gelê sûriyê bin, û nimûne bin ji kesên din re ji aliyê pabendiya bi yasayan û beşdariya darayî û derûnî û xwebexşî ji bo derketina di rûyê vê nexweşiya vegir de di riya hevrêzkariya li gel dezgeh û saziyên civakî û yên sivîl, her yek li gor karîna xwe.
Em hêviya saxlemiyê ji tevaya mirovahiyê re ji vê nexweşiya vegir dikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Beşê Ragihandin û Peywendiyan
3 nîsan 2020