Wednesday, May 7, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Daxwiyanî

Daxwiyaniya Dumahî ya Civatên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di Xola 66emîn de

March 22, 2023
in Daxwiyanî
Reading Time: 4 mins read
A A

Daxwiyaniyeke Rojnamevanî

Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, di 20ê adarê de civîna xwe ya 66emîn li dar xist, û bi kêliyeke bêdeng û xwendina Fatiheyê li ser giyanê qurbaniyên erdhejê û şehîdên şoreşa Sûrî dest pê kir, û piştre Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit, şiroveyeke siyasî pêşkêş kir, û raporên kar ên du heyvên bûrî tevî raporên Serokatiyê, Cîgiran û Emîndariya Giştî danîn pêşiya amadebûyan.

Û Desteya Giştî behsa mijarên girêdayî dosya Sûriyê, pêşhatên navdewletî û helwestên pêwendîdar, pêşhatên siyasî û meydanî, karûbarên penaberan û dosya asayîkirina têkliya ji aliyê hin dewletan ve li gel rijêma Esed û rêyên rûbirûbûna wê, kir.

Û Serokê Hevbendiya Niştimanî li pêşiya Desteya Giştî behsa çalakiyên siyasî û hevdîtinên dawî û gerên meydanî yên ku li deverên rizgarkirî pêk anîne kir, nemaze piştî erdheja wêranker ya ku di sibata bûrî de li herêmê dabû, û Elmislit anî ziman ku Hevbendiyê piştî erdhejê pêwendiyên derve pir kirin, da ku alîkariyên guncaw bighînin Sûriyên ziyan dîtine.

Û Paşê Cîgirên Serok û Emîndarê Giştî kurteşiroveyên xwe, yên ku têde raporên karûbarên du heyvên bûrî pêşkêş kirine, berçav kirin, û Desteya Giştî raporên Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê dîtin, û raporên deste, ofîs û rêvebirî, û nûnergehên Hevbendiyê hatin pêşkêş kirin, û li şiroveyên Desteya Danûstendinê  ya Sûrî û Komîteya Destûrî û Sindoqa Qerzdanê guhdarî kir.

Û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî giringtirîn pêşhatên pirosesa siyasî û zincîra civînên ku Desteyê di heyama bûrî de bi nûnerên navdewletî re li dar xistibûn berçav kirin, ku têde daxwaza zêdekirina karên navdewletî ji bo gihîştina veguhestina siyasî li gor biryarên Netewên Yekbûyî , û piştguhnekirina dosya Sûriyê da ku aloztir nibe, kir.

Û civîngeran rewşa siyasî û mirovî û pêşhatên navdewletî yên girêdayî dosya Sûriyê gengeşe kirin, û tekezî li ser pêwîstiya rawestandina asayîkirina têkliyan bi rijêma Esed re yaku ji aliyê hin dewletan ve derketiye kirin, bi taybetî dewletên ereb ên ku gelê Sûriyê bendewarê alîkariya wan e ji bo tirajediya wî bidawî bibe û azadiya xwe bidest bixe.

Û civîngeran bal kişandin ser helwesta dewletên ku redkirina xwe ji normalîzekirina têkliyan re ragihandine û banga dadpirsînê kirine, û xweşhaliya xwe bi daxwiyaniya çaralî ya navdewletî ya ku ji aliyê Amerîka, Îngeltere, Elmanya û Fransayê ve hatiye dan û ev redkirin têde diyar kirine anîn ziman. Herweha di dema gotûbêjkirina wan sizayên nû yên Yekîtiya Ewropî li ser tawankarê cengê  Beşar Esed û rijêma wî ji ber tundûtûjiya zayendî, bal kişandin ser girîngiya sizayên li ser rijêmê, û behsa giringiya biryara Encûmena Nûnerên Amerîkî li dijî asayîkirina têkliyan bi rijêma Esed re kirin, û ji Amerîka xwestin ku vê yasayê  pesend bike, da di zûtirîn dem de cîbicî bibe.

Û kesên di civînê de behsa danûstandina ne dadane ya Netewên Yekbûyî li Sûriyê axivîn, ji ber ku ew bêhtir li kêleka rijêma Esed rawestiya, nemaze di mijara bikaranîna siyasî ji trajediya erdhejê re, û pêşkêşkirina gelek alîkariyan ji wê re, tevî hebûna bidehan rapor û belgeyên ku diziya rijêmê ji wan alîkariyan re û bikaranîna wan ji milîsên xwe re piştrast dikin.

Û di warê meydanî de, civîngeran rêyên sivikkirina tirajîdiya ku bi ser gelê Sûriyê de hatiye, bi taybetî li deverên rizgarkirî piştî rûbirûbûna erdheja wêranker a heyva bûrî, û ziyanên gihane konan ji ber lehiyên barana vê dawiyê gotûbêj kirin, û behsa rewşa giştî ya deverên rizgarkirî kirin, û tekezî li ser hewcedariya deverê ji piştevaniya navdewletî re di hemû waran de kirin.

Û di dawiya civînê de, civîngeran tekezî li ser berdewamiya Hevbendiya Niştimanî di rêya şoreşê de ta ku daxwazên gelê Sûriyê di azadî û rûmetê de pêk werin, û dewleteke sivîl ya piralî û demokrat dûrî desthilata malbata Esed û dezgehên ewlehiyê bê damezrandin, kirin.

Dilovanî ji pakrewanan re, saxlemî ji birîndaran re, azadî ji girtiyan re û serkeftin ji şoreşa Sûriyê re

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî

Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan

22  adar 2023

Share8TweetSend

Related Posts

Daxwiyanî

Derbarê peymana agirbesta li Xezzeyê

January 16, 2025
Daxwiyanî

Derbarê hevdîtina serkirdayetiya Hevbendiya Niştimanî bi serkirdayetiya rêveberiya nû ya Sûriyê re

January 12, 2025
Daxwiyanî

Hevbendiya Niştimanî sersaxiyê dide bi koçadawîkirina Şêx Sariya El-Rifaî

January 6, 2025
Next Post
Elmislit: Serhişkiya Rijêma Esed û Kiryarên wê yên Meydanî Her Pêşketineke Pêvajoya Veguhestina Siyasî li Sûriyê Asteng Kiriye û Hîn jî Berdewam e

Elmislit: Serhişkiya Rijêma Esed û Kiryarên wê yên Meydanî Her Pêşketineke Pêvajoya Veguhestina Siyasî li Sûriyê Asteng Kiriye û Hîn jî Berdewam e

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.