Monday, May 5, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Daxwiyanî

Daxwiyaniya Dûmahî ya Civînên Xola 64emîn a Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

October 18, 2022
in Daxwiyanî
Reading Time: 5 mins read
A A

Daxwiyaniyeke Rojnamevanî

Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civatên xola 64emîn li Stanbolê di 17-18 cotmehê de li dar xistin, û bi axaftina Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit dest pê kir, piştî ku serok raporên kar ên taybet bi herdû heyvên bûrî, tevî raportên serokatiyê û cîgiran û Emîndariya Giştî danîn ber destê amadeyan.

Û Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî rewşa meydanî li gundewarê Helebê gotûbêj kir, û nerazîbûna xwe ji berdewamiya pevçûnan anî ziman, û daxwaza rawestandina dijminkariya Heyet Tehrîr Elşam HTŞ ya terorîst li ser deverên rizgarkirî kir, û encamên nerênî yên mezin ên ku dê bighîne şoreşa Sûriyê eger pevçûn di nav şaxên leşkerî de berdewam bikin, an HTŞ deverê kontrol bike.

Û Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî hebûna HTŞ li herêma operasyonên Mertala Feratê û Çiqlê Zeytûnê red dike, û piştgiriya tevgera gelê me li deverên rizgarkirî ji bo derbirîna hestên azadiya xwe di vê derbarê de dike.

Û Serokê Hevbendiya Niştimanî li pêşberî Desteya Giştî behsa kar û çalakiyên siyasî yên vê dawiyê kir, ji nav wan gera Şandê Hevbendiyê bo New York û Waşintonê û zincîra civînên ku ji bo gotûbêjkirina pêşhatên dosya Sûriyê li ser asta navdewletî li dar xistine, û ji civatê re rewşa giştî ya deverên rizgarkirî şirove kir, li gor serdana xwe ya piştî vegera ji Emerîkayê pêk aniye.

Û Serok amaje kir ku şandê Hevbendiyê danûstandinên navdewletî û erebî di riya civînên ku li dar xistine re erênî dîtin, û di wan hevdîtinan de dewletên xwedî-bandor pabendbûna xwe bi biryara navdewletî ya 2254 û pêwîstiya asayînekirina têkliyan bi rijêma Esed re tekez kirin.

Û Cîgirên Serok û Emîndarê Giştî şiroveyên xwe pêşkêş kirin, têde raporên karên xwe yên heyvên bûrî diyar kirin.

Û Desteya Giştî li raporên Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Desteya Danûstandinê ya Sûrî û Komîteya Destûrî û Yekîneya Hevrêzkariya Piştevaniyê her weha raportên Rêvebirî û Ofîs û Nûneratiyan temaşe kir.

Û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî girîngtirîn pêşhatên pêvajoya siyasî û encamên civatên Desteyê û hevdîtinên kartêker ên di dosiya Sûriyê de di gera ku Desteya Danustandinê li New Yorkê li dar xistiye de berçav kirin.

Û civîngeran dosya mirovî, ketwarê meydanî, û rewşa leşkerî li deverên rizgarkirî di nav de berdewamiya gurkirina Rusya dijî sivîlan li gel berdewamiya bombebarankirina rijêmê û milîsên wê û ketwarê ewlekarî û aloziyên vê dawiyê di herêmên rizgarkirî de gengeşe kirin.

Û amadebûyan tekezî li ser berdewamiya çaksaziya navxweyî kirin, bi taybetî mijara Artêşa Niştimanî, û karê li ser pêşxistina nerînekê ji bo pergalkirina Artêşa Niştimanî û polîsên sivîl û yên leşkerî û saziyên dadweriyê, di bin sîwana pirojeyekî niştimanî yê şoreşgerî de, yê ku Hikûmeta Sûrî ya Demkî serperiştiya wî bike, daku daxwazên gelê Sûriyê yên azadî, rûmet, dadmendî û demokrasiyê pêk werin.

Û Hevbendiya Niştimanî hişmendiya şoreşgerî ya xelkê û miqatebûna wan li deverên rizgarkirî di rêya xwepêşandanên gelêrî re bilind nirxand, û got ku ew hişmendî riya şoreşê rast dike, û geşbûna giyanê şoreşgerî li bal xelkê diçespîne, tevî kêşe û fişarên ku têde dijîn.

Û li ser asta mirovî, amadebûyan giringiya pêşkêşkirina alîkariyên mirovî yên bêhtir ji bo ku koçber karibin zivistana dahatî derbas bikin, nemaze li kampan, gotûbêj kirin, û tekezî li ser pêwîstiya berdewambûna alîkariyên mirovî li seranserî sînor û giringiya dîtina mîkanîzmayekê ji bo gihandina alîkariyan dûrî bikaranîna siyasî ji vê dosyê re ya ku Rusya bi awayekî dubare dike kirin.

Û di warê siyasî de civînger li ser giringiya pirkirina hewildanên sûdewergirtina ji qeyranên ku Rusya, Îran û rijêma Esed têre derbas dibin, û fişarên zêdetir li ser dewletên xwedî-bandor di proseya veguhestina siyasî de li gorî planeke demnaskirî gotûbêj kirin.

Û civîngeran biryara Encûmena Mafên Mirovan di rûniştina xwe ya 51emîn de yaku têde amaje kiriye ku Sûriya dewleteke ne ewle ye, û rijêma Esed di ber bidehhezaran binçavkiriyên kotekî û kesên winda û girtiyan li Sûriyê berpirsyar dît, gengeşe kirin, û li ser awayên fişara bêtir ji bo şermezarkirina rijêma Esed û karê ji bo pêşdebirina dosya sizakirinê li ser tawanên rijêmê axivîn.

Û beşdar li ser rola erênî ya dewletên ereb yên ku normalkirina têkliyan bi rijêma Esed re red dikin axivîn, û pesnê helwestên piştgirî yên bira û dostan dan.

Û kesên amade tekezî li ser giringiya kirina karên zêdetir kir, di rêya hevdîtinên siyasî û civatan re, ji bo piştgirîkirina proseya veguhestina siyasî li gorî biryara Encûmena Ewlekariyê 2254 (2015) û pêwîstiya avakirina helwesteke navdewletî ya ku rijêma Esed rawestîne û pêvajoya siyasî di çarçoveya demeke diyarkirî de misoger bike, gotûbêj kirin.

Û civîngeran cextî li ser pêwîstiya berdewamiya fişaran li ser saziyên navdewletî kirin ji bo nehêlana vegerandina penaberên Sûrî ji Libnanê, di dema berdewamiya pilansaziya Hikûmeta Libnanê di warê vegerandina penaberan berve deverên di bin kontrola kesê ku sedema koçkirina wan bû de, di riya kuştin û girtin û bombebarankirinê re.

Û di civînê de amadebûyan behsa şoreşa gelê Îranê li dijî rijêma melayan kirin, û piştevaniya xwe ya tam ji wê re diyar kirin, ji bo ku gelê Îranê ji rijêma serkutkirinê rizgar bibe, û gelê Ereb û gelên deverê ji teror û kiryarên wêrankirinê yên milîsên ku ev rijêm sponseriya wan dike rizgar bibin.

Û di dawiya civînan de, civîngeran eşkere kir ku rênimaya Hevbendiya Niştimanî daxwazên gelêrî yên ku xelkê me li Sûriyê bi dengekî bilind xwestine, û Hevbendî dest ji pirensîpên şoreşgê bernade.

Dilovanî ji pakrewanan re,

saxlemî ji birîndaran re,

azadî ji girtiyan re,

serkeftin ji şoreşa Sûrî ya gewre re.

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî

Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan

18 cotmeh 2022

ShareTweetSend

Related Posts

Daxwiyanî

Derbarê peymana agirbesta li Xezzeyê

January 16, 2025
Daxwiyanî

Derbarê hevdîtina serkirdayetiya Hevbendiya Niştimanî bi serkirdayetiya rêveberiya nû ya Sûriyê re

January 12, 2025
Daxwiyanî

Hevbendiya Niştimanî sersaxiyê dide bi koçadawîkirina Şêx Sariya El-Rifaî

January 6, 2025
Next Post
Hikûmeta Sûrî ya Demkî Rapora Karên Xwe li Pêşiya Civata Desteya Giştî Pêşkêş Dike

Hikûmeta Sûrî ya Demkî Rapora Karên Xwe li Pêşiya Civata Desteya Giştî Pêşkêş Dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.