Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdulrihman Mustefa, rapora Karê Hikûmetê ya herdû heyvên bûrî li pêşiya endamên Desteya Giştî di civatên xola 64an yên ku niha li dar dikevin de pêşkêş kir.
Û Mustefa karê Hikûmeta Sûrî ya Demkî û giringtirîn pirojeyên ku li deverên rizgarkirî hatine cîbicîkirin ku armanca wan başkirina ketwarê deverên rizgarkirî û bilindkirina asta karê rêvebirî û xizmetguzarî li deverê ye berçav kirin.
Û ji aliyê xwe ve Qaseya Qerzdanê raporta karê xwe ya derbarê pirojeyên ku di dema dawî de pê rabûye pêşkêş kir, û têde giringî daye nûkirina dibistanan li gundewarê bakurê Helebê, her weha piştgiriya sewalvaniyê û xurtkirina hêza çandiniyê.
Û rapora Qaseya Qerzdanê tekez kir ku Qase hewil dide ku dahatan bi awayekî wekhev li ser hemû deveran belav bike, û pêşniyarên nû ji bo peydakirina derfetên kar pêşkêş bike, her weha bilindkirina asta karînên nişteciyên deverê da karibin palê bidin ser karîna xwe li şûna ku li benda alîkariyên mirovî bin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî