• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Thursday, 4 August , 2022
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Daxwiyanî

Daxwiyaniya Dûmahiyê ya Civatên Xola 58an a Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

September 14, 2021
in Daxwiyanî
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha

Daxwiyaniyeke Rojnamevanî

Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civatên xola 58an li Stambolê herdû rojên 10-11 êlona niha lidar xistin, û xolê bi kêliyeke bêdeng û xwendina fatîheyê li ser giyanî pakrewanên şoreşa Sûriyê dest pê kir, û piştre Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit gotara destpêkê piştî ku raporên karê herdû heyvên derbasbûyî danî pêşiya amadebûyan xwend, li rex raporên Serokatiyê û Cîgir û Emîndariya Giştî.

Û Serokê Hevbendiyê di gotara xwe de li ser karê endamên Hevbendiyê û nûbertiya wan bo gelê Sûrî û pêwîstiya pêkanîna guhertinê di şêweyê kar de axivî, daku rakirina asta şarezayiyê misoger bibe, û pabendî bi berpisyariyê û pêwendiyên bi awayekî baştir li gel milet û pêkhatên ku endam nûnertiya wan dikin bibe, û cextî li ser mafê gelê Sûrî yê dîtina saziya Hevbendiyê bi rengek çalak û berhemdar û parastî kir.

Û Serokê Hevbendiyê diyar kir ku ti kes ji lêpirsînê parastî tune ye, û rewatiya nûnertiya herkesî cihê hûrbînkirinê ye, û Serok gotara xwe bi veguhestina dengê gelê Sûrî yê bendewarê kar e, û dixwaze ku Hevbendî û sazî û endamên wê li ser zemînê li kêleka wan bin  bidawî kir.

Û Cîgirên Serok û Emîndarê Giştî şiroveyên karên xwe yên herdû heyvên bûrî pêşkêş kirin.

Û Desteya Giştî raporên Hikûmeta Sûrî Ya Demkî û yên Desteya Danûstandinê ya Sûrî û yên Komîteya Destûrî û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê berçav kirin, û  raporên ofîs û komîte û nûnergehan hatin pêşkêşkirin.

Û Wezîrên Hikûmeta Sûrî ya Demkî şiroveyên hûrbîn li ser giringtirîn kar û serkeftiyên Wezaretan û dijwariyên ku rastî wan tên pêşkêş kirin, û deriyê gengeşiyê li ser çalakiyên Hikûmeta Demkî li ser curbecur asteyan vebû.

Û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Enes Elebde, giringtirîn pêşketinên pirosesa siyasî û encamên civatên Desteyê û hevdîtinên wê li gel dewletên xwedî-bandor di doseya Sûrî de û hevdîtina li gel Şanderê Navdewletî yê Netewên Yekbûyî Geir Pedersen berçav kir.

 Û Serokê Hevbeş yê Komîteya Destûrî Hadî Elbehra, şiroveyek li ser rewşa pûçbûn û jikarêxistinê yaku komîte bi sedeme helwestên rijêmê rastiyê tê pêşkêş kir, û got ku rijêmê bi rêşûnên xwe gewhera Komîteya Destûrî û dariştina destûrê nû bo welêt binpê kir.

Û Rêvebirê Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê Mihemed Heseno raporek li ser kar û pirojeyên Yekîneyê pêşkêş kir, û rapor bi pirsên amadebuyan û bersivên Serokê Yekîneyê zengîn bû.

Û Hadî Elbehra wek Nûnerê Hevbendiyê û Serokê Komîteya Rênimandinê Di Sendoq Qerzdanê bo Nûavakirina Sûriyê (SRTF) de raporeke hûrbîn li ser kar û çalakî û pirojeyên Sendoqê yên girîng  pêşkêş kir, û gengeşe li ser giringtirîn beşên karê Sendoqê hate kirin.

Û civîngeran ketwarê meydanî û helwestên leşkerî di bin çavan re derbas kirin, nemaze pêşketinên li Deraa û Idlibê û rola Hevbendiyê di qonaxa niha de.

Û li ser asta siyasî civîngeran rewşa navdewletî ya aloz û asoyên nûkartêkerkirina helwestên navdewletî ji bo piştgiriya veguhestina siyasî û bidawîanîna dema tawan û stemkariyê li Sûriyê axivîn.

Û Desteya Giştî tekezî li ser pêdviya tevaya saziyên hêzên şoreşê ku hîn bêhtir kar bo deverên rizgarkirî bikin kir, û ku piştgiriya pirogram û çalakiyan bibe, û hîn bêhtir xizmetkarî dabîn bibin, û bi awayekî cidî pêwendî li gel saziyên civaka sivîl û pêkhatên gelêrî û xelkê re bi rengekî yekser pêk werin.

Û civîngeran tekez kirin ku kartêkerkirina Baregeha Hevbendiya Niştimanî li deverên rizgarkirî karekî berdewam e, daku ji saziyên Sûrî yên pêşeroj re bibe nimûne.

Û behsa doza girtî û windayan bû, û Desteya Giştî rapora Desteya Niştimanî ya karûbarên bêserûşûn û girtiyan ya herdû heyvên bûrî temaşe kir, û endamên Hevbendiyê li ser kar û tevgera Desteya Niştimanî axivîn, di riya pêşkêşkirina raman û pêşniyaran re, daku guhdana navdewletî  bi vê doseyê zêde bibe, û dengê girtiyên azadîxwaz li ser asta cîhanê were guhdarîkirin.

Û Desteyê giliyên ku dijî kiryarên hin endaman li deverên rizgarkirî wergirtin, û endaman cextî li ser giringiya ku serdariya yasayê were sepandin kirin, û ku destdirêjî û binpêkirin werin şopandin, û bi awayekî zelal lêpirsîn têde çê bibe, û ji bo ku yasa û dadwerî pêk were, û mafê hemî aliyan bête dayîn.

Û Desteya Giştî cextî li ser pêwîstiya ku em destê xwe berve tevaya hêzên şoreşgerî dirêj bikin kir, û têkliyên baş bi hemûyan re pêk bînin, û bi hevre wek destekî bixebitin, daku berdewamî di rêya şoreşê de misoger bibe, ta bighêje pêkanîna hêviyên gelê Sûrî di rizgariya ji rijêma tawanbar û pêkanîna azadî û serxwebûnê, û dewleteke sivîl û demoqrat a nûjen bo tevaya welatiyan ava bibe.

Dilovanî bo giyanê pakrewanan û saxlemî bo birîndaran û azadî bo girtiyan

Serkeftin bo şoreşa Sûriyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî

Ofisa Karûbarên Penaberan

14  êlûna 2021

ShareTweetSend

Posts Related

Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Civîneke Awarte bo Gotûbêjkirina Rewşa Kampa Elrukban û Pirsgirêka Avê li Bajarê Babê li dar Dixe
Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Civîneke Awarte bo Gotûbêjkirina Rewşa Kampa Elrukban û Pirsgirêka Avê li Bajarê Babê li dar Dixe

August 3, 2022
Euro Medhuman Rigats Monîtor: Dewletên Ku Piştgiriya Milîsên PYDDikin Beşdariya wê di Berpirsiyariya Binpêkirina Mafên Mirovan de Dikin
Nûçeyên Hevbendiyê

Euro Medhuman Rigats Monîtor: Dewletên Ku Piştgiriya Milîsên PYDDikin Beşdariya wê di Berpirsiyariya Binpêkirina Mafên Mirovan de Dikin

August 3, 2022
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.1k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 7 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Daxwiyanî

Derbarê Gefa Mirina Hêdî yaku Koçberên Kampa Elrukban Têde Dijîn

Derbarê Bûyera Dijî Rojnamevanan ya Cihê Mixabîniyê li Bajarê Babê

Derbarê Serhildana Gelêrî li Siwêdaya Serbilind

Derbarê Tawana Milîsên PYDe Yên Terorîst ya Bombebarankirina Navçeyeke Niştecihbûnê li Nêzî Efrînê

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.