Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Di bin navnîşana “Nerewaya Esed û Hilbijartinên wî”de, Komcivîna Ciwanên Sûrî ya Yekemîn îro li bajarê Ezazê bi amadebûna beşekî mezin ji ciwanên sûrî yên azad û çalak di jiyana sivîl û siyasî de lidar ket.
Û ev komcivîn bo xurtkirina tevlîbûma ciwanên sûrî di karûbarê siyasî de tê, û wek tekeziyê ye ku hîn ciwan fakterên liv û tevgera şoreşa sûrî ne, û ew di rûyî rijêm û sitemkariyê de, tevî hemû astengiyan, berdewam in.
Û beşdaran redkirina şanoya pêkenokî yaku rijêma Esed lidar dixe tekez kirin, û gotin ku tu nirxê wê yê yasayî û siyasî nîn e, û rewatî jêre tune ye, û gotin ku ew pêkenokeke eşkere ye, û rijêma ku tu bingehên rewatiyê li bal wê tune ne lidar dixe, jiber ku di riya kotekiya leşkerî re hatiye ser desthlata sûriyê, û ciwanan daxwaza hilgirtina berpisyariyê derbarê binpêkirinên rijêmê û lêdana wê ji çareya siyasî û yasayên navdewletî re, li pêşiya çavê tevaya cîhanê, ji civaka navdewletî kir.
Û beşdaran tekez kirin ku take-bijardeya hilbijartinan ya ku tê pejrandin li sûriyê ew e, ya ku tawanbarê cengê Beşar Esed ne aliyek be têde, û ew pêngav bi barkirina Esed û rijêma wî di riya avakirina desteya hukmê veguhêz re dest pê dike, yaku dê li ser avakirina jîngeheke aram û ewle û bêalî kar bike, daku vegera jidef xwe û aram bo penaberên sûrî li gor destûrekî nû û serdemî û demoqrasî misoger bibe, û li ser bingeha wê hilbijartinên pak û azad yên ku tevaya sûriyan beşdariyê têde bikin li hundir û derveyî sûriyê, di bin serpereştiya Netewên Yekbûyî de û çavdêriya saziyên navdewletî yên têkildarî hilbijartinên pak lidar bikevin, û li gor biryara 2254 û biryarên navdewletî yên pêve girêdayî bin.
Û beşdaran tekez kirin ku tevlêbûna ciwanan di pirosesa siyasî de rastî astengiyên mezin tê, û cextî li ser pêwîstiya guhdana pergalên siyasî û şoreşgerî bi tevlêbûna ciwanan û piştgiriya wan kirin, bo ku şûnmayên serdemên berê yên tarî yên desthilata Esed yaku rola siyasî û çalak ya ciwanan daye aliyekî nemînin.
Û beşdaran daxwaza xurtkirina girêdanê di navbera Hevbendiya Niştimanî û beşên ciwanên şoreşger kirin, û ku divê ciwan di nav deste û çarçoveyan de werin rêxistinkirin, daku derfet li pêşiya wan çêbibe, bo ku bi awayekî rasteqîn û çalak beşdariyê di karê siyasî de bikin.
Û beşdaran cextî li ser pêwîstiya ku girtî û binçavkiriyên di zîndanên rijêmê de werin berdan û çarenûsa wan diyar bibe kirin, û tekezî li ser cîbicîkirina pirensîpa lêpirsîn û sizakirinê dermafê kesên tawanên cengê û qirkirina mirovan li sûriyê pêk anîne kirin, her weha giringiya ku saziyên dewleta sûrî werin parastin, û wan ji gendeliyê rizgar bikin, û ji nû de herdu saziyên ewlehî û leşkerî ava bibin, û tevaya şêweyên guhartina demografî û terora dewletê yaku rijêma Esed û hevalbendên wê pêk tîne şermezar kirin, û daxwaza derketina tevaya milîsên mezhebî yên terrorist û dagîrkerê Rûsî ji xaka sûriyê kirin, li gel parastina serxwabûna Sûriyê û yekîtiya xaka wê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
26 gulan 2021