Hevbendiya Niştimanî îro çarşemê Komcivîna Ciwana ya yekemîn li deverên rizgarkirî bi serpereştiya Cîgira Serokê Hevbendiyê Ruba Hebûş li ofîsa Hevbendiyê ya li gundewarê Helebê lidar xist.
Û di komcivînê de Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiyê li gundewarê Helebê, Ehmed Elşihadî, û hejmarek ji saziyên çalakvan ên ciwanan û xwendekaran yên li deverên rizgarkirî amade bûn.
Û komcivînê rola ciwanên sûrî di pirosesa siyasî de û rola wan a giring û çalak di civakê de û mijara xurtkirina wan bi awayekî mezin di civakê de gengeşe kir.
Û amadebûyan li ser piştguhkirina rola ciwanan di demên bûrî de û nehêlana ku ew bighên asta lîstina rola siyasî û civakî û astengkirina karînên wan li gor sînorin nîşankirî axivîn, û li ser pilana pişikdariyê ya ku rola ciwanan misoger dike ya ku Hevbendiya Niştimanî têde alîkar û piştevanê enrjiyên ciwanan be lihev kirin.
Û ji aliyê komcivînê ve daxwiyaniyek derket, û beşdaran têde redkirina şanoya hilbijartinên pêkenokî yaku rijêma Esed îro li deverên di bin kontirola wê de birêkiriye ragihandin, û li ser lidarxistina civîn û hevdîtinên rolane bi awayekî domdar bo bêhtir gengeşekirina rewşa ciwanan û kartêkerkirina rola wan ya siyasî û civakî ya giring di civaka sûrî de lihev kirin.
Û Komcivîna Ciwanan ya Yekemîn di nav zincîrek ji çalakiyên ku herdu ofîsan ya ciwanan û ya jinê di Hevbendiya Niştimanî de pê radibin tê, bi armanca tevlêbûneke berfireh ji aliyê jin û ciwanên sûrî ve di karûbarê giştî de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî