Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî û şandek ji Hevbendiyê di kernevala ku Hevbendiyê bi hevrêziya Kombenda Serbixweyên Kurdên Sûrî duh li bajarê Efrînê bi amadebûna hejmarek ji rûsipiyên bajêr û deverê li dar xistiye beşdarî kir, her weha Ofîsa Perwerdeya Derûnî di Artêşa Niştimanî de û xanimên çalak di karûbarê giştî de beşdar bûn.
Û şandê Hevbendiya Niştimanî ji Cîgirê Serokê Hevbendiyê Ruba Hebûş û Endamên Desteya Siyasî Ehmed Remedan û Yasir Elferhan û Mihemed Yehya Mektebî û Endamê Desteya Giştî Ehmed Elşihadî û Ceneral Mihemed Elşimalî Nûnerê Hevbendiya Niştimanî li Bajarê Gazî Entabê pêk dihat.
Û Elherîrî cext kir ku şanoya hilbijartinê yaku şaxên ewlehiyê yên rijêma tawanbar li dar dixe ti bihayê wê tune ye, û got ku çarenûsa çi hewildanekê ji hewildanên biserxistina vê rijêmê dê têkçûn be, û ajotina tawanbarên vê rijêmê berve Dadgeha Navdewletî dê di demeke ne dûr de be.
Û Elherîrî tekezî li ser karê Hevbendiya Niştimanê yê berdewam bo piştgiriya doseya lêpirsîna navdewletî kir, û li ser bizavên handana navdewletî axivî, daku pêngavin cidî di warê pêkanîna veguhestina siyasî de bavêjin, û destûrekî binvîsin, ta bighêje hilbijartinên pak û azad.
Û amadebûyên ji aliyê êl eşîran ve û Ofîsa Perwerdeya Derûnî di Artêşa Niştimanî de û Yekîtiya Şoreşgerên Helebê û saziyên civakî, tevayan şanoya hilbijartinê ji kok de red kirin, û tekezî li ser pêwîstiya veguhestina siyasî û sizakirina rijêma kîmawî kirin, ew rijêma pispor di kuştina zarok û kal û pîr û jinan de, û gotin ku ev rijêm bi tawanan gihîştiye desthilatê û ta roja îro di kuştin û serkutkirina gel de berdewam e.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî