Sunday, May 4, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Daxwiyanî

Daxwiyaniya Kotahiya Civatên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî yên Xola 55emîn

March 15, 2021
in Daxwiyanî
Reading Time: 6 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha

Daxwiyaniyeke Rojnamevanî

Desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî xola xwe ya 55emîn li deverên rizgarkirî rojên 14-15 vê heyva adarê lidar xist, û Serokê Hevbendiyê D. Nesir Elherîrî civat bi kêliyeke bêdeng û xwendina sûreta fatheyê li ser giyanê pakrewanên sûriyê dest pê kir, û pîrozbahî da gelê sûrî bi boneya cejna dehemîn a şoreşa sûrî ya gewre, û tekezî li ser riijdiya gelê sûrî li ser rizgarbûna ji rijêma Esed ya tewanbar û bidestxistina serkeftin û pêkanîna armancên gelê sûrî bo gihiştina sûriya nû û dewleta sivîl û demoqrat yaku dê azadiyên giştî û taybet û mafên welatiyan ji tevaya pêkhatan re misoger bike kir.

Û Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî biryarên Desteya Siyasî yên dema bûrî pesend kirin, ew biryarên ku têde giringî dane hejmarek ji pêngavên çaksaziyê di bingeh û pergala Hevbendiyê de, daku nûnertiya jinê bêtir bike, û rêxistinkirina nûnertiya tabûrên leşkerî di Hevbendiyê de ji bo ku bi rewşa nû ya Artêşa Niştimanî ya sûrî re guncayî be.

Û her weha Desteya Giştî li ser peymana şoreşa sûrî bo mafê mirovan û azadiya giştî yaku gewherê doza gelê sûrî ye di daxwazên azadî û dadwerî û pêkvejiyanê di hembêza dewleta demoqrasî û rûmet û wekheviyê di navbera hemû xelkên wê de pesend kir, da ku derfetên afrandin û geşepêdan û xêr û xweşiyê ji gel re dabîn bike.

Û Desteya Giştî behsa mîkanîzmên avakirina hevpeymaniyeke navdewletî bo sizakirina tewanbarên cengê di rijêma Esed de kir, her weha avakirina hevpişkiyên kartêker li gel dewlet û saziyên navdewletî di vî warî de, û pêşwaziya hewldanên navdewletî bo sizakirinê kir, her weha pêşwaziya hewlên navdewletî yên pêşkêşkirina destpêşxeriyan bo livandina pirosesa siyasî li sûriyê di çarçoveya Cinêvê û biryara 2254 de kir, nemaze di civatên dawîn li Qeterê, û tekezî li ser giringiya tevgereke Erebî bo piştgiriya aliyê navdewletî yê ji bo sizakirina rijêma tewanbar û çi derfetê nedin rijêmê ku xwe careke din bide pêş, di riya vegera bo Komkara Dewletên Erebî re.

Û Desteya Giştî behsa amadekariyên têr û tesel bo lidarxistina ahenga bîranîna dehemîn a şoreşê li gundewarê Helebê kir, tevî danîna peykerê bîranîna pakrewanên şoreşa Sûriyê, û Desteyê bal kişand ser ku ew ê beşdariyê di ahenga ku dê li bajarê Efrînê di roja 21 adarê de bi boneya Cejna Newrozê li dar bikeve bike, ya dê bi beşdariya hejmarek ji partiyên siyasî û hêzên şoreşgerî û çalakiyên civakî û sivîl be, wek derbirînekê li ser yekîtiya di navbera gelê sûrî de, gelê ku rijêma Esed stemkarî bi serê hemûyan kiriye û ew ji mafên wan ên çandî bêpar kirine, rijêma ku tevaya pêkhatên gelê sûriyê êşa stemkariyê ji dest wê dîtine.

Û Serokê Hevbendiya Niştimanî şiroveyek têrûtesel li ser rengê şoreşa aştiyane û armancên wê di avakirina sîstemeke berdêl û beşdariya cûrbecûr beşên gelê sûrî têde, bo azadî û rûmet û dadweriyê, û çawa ku rijêma tewanbar bi kuştinê bersiv daye gel pêşkêş kir, û Serokê Hevbendiyê şêweyê xwînmij li ba rijêmê wek rêbazeke resen yaku bûye sedema şehîdbûna bêhtir ji melyonek sûrî û bûye sedema koçberkirin û derbiderbûn û penaberbûna zêdetir ji 14 melyon sûrî û rûxandina bêhtirê jêrxaniyên welêt, ta bighêje rewşa perîşankirin û derddarkirina gelê sûrî yê ku derdora 90% jê di bin xêza hejariyê de ne, diyar kir. 

Rêbaza leşkerî ya xwîndar ya rijêma tewanbar di pirosesa siyasî de eşkere dibe, di riya redkirin û nepejrandina çi pêngavên rawestandina derdeseriyên sûriyan û metirsiyên cidî yên di cûrbecûr waran de rastî welêt tên, û hişt ku gerên danûstandinê yên li dû hev li Cinêvê û yek jê Komîteya Destûrî di valahiyê de bizîvirin û demê winda bikin, ew jî di riya piştgiriya bêsînor ji aliyê Rûsiya ve di cenga xwe ya tewanbarî dijî welatê me, û rola Îranê ya metirsîdar ya ku sînorê piştgiriyê derbas dike,  û hewlên xwe dike ku derbasî nav civaka sûrî bibe, û ji hundir de wê jihev bixe, li gor pirojeya Îranî a metirsîdar dijî hejmarek ji dewletên Ereb, û Serokê Hevbendiyê di şiroveya xwe de li ser herdû serdanên serkeftî bo Dewleta Qeter û Herêma Kurdistana Îraqê yên bira axivî. 

Û Cîgirên Serok û Emîndarê Giştî pêşniyarin bi kurtasî li ser giringtirîn çalakiyên ku pê rabûne li kêlek karê rêvebirî û ofîsên ku serpereştiya wan dikin pêşkêş kirin, û di dûv re hejmrek mezin ji Endamên Hevbendiyê tevlî gengeşeyeke berfireh bûn.

Û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî birêz Enes Elebde, li ser dawîtirîn pêşketinên di pirosesa siyasî de û hevdîtinên li gel şandê navdewletî û pêşkêşkirina pêşniyarên desteyê li ser giringiya karê cidî û ku bi darê zorê bihêlin rijêm pabendiyê bi biryarên navdewletî bike û ne tenê di Komêteya Destûrî de bimîne axivî, her weha behsa pêwîstiya tevlêbûna bingeha daxwiyaniya Cinêvê, nemaze ji aliyê avakirina desteya hikumdariya veguhêz de kir.

Û Serokê Hevbeş yê Komîteya Destûrî birêz Hadî Elbehra, dawîtirîn pêşketinên taybet bo Komîteya Destûrî berçav kirin, û bendewariya jivaneke nû bo gera destûrî ya şeşemîn bête nîşankirin, û ku ew di nav pêşniyara ku xwestekên şandê opozisyonê ji şanderê navdewletî re pêşkêş kirine de bin.

Ji aliyê xwe ve Serokê Hikûmeta Sûrî ya demkî birêz Ebdulrihman Mustefa şiroveyek hûrbîn pêşkêş kir, û têde li ser karên ku Hikûmeta Demkî tev Wezaretên wê yên cûrbecûr pê rabûye wek piroje û xizmetkarî û serdanan û karên niha têne kirin axivî, û bersiva pirsên ji aliyê hejmarek ji Endamên Hevbendiyê jê hatine kirin da.

Û Endaman raporên karê Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê û pirojeyên wê û karên ku Sendoqa Qerzdanê kirine û pirojeyên bicî hatine û xizmetkariyên cuda yên bo nişteciyên deverên rizgarkirî têne pêşkêşkirin her weha giringiya van pirojeyan di dabînkirina aramiyê de temaşe kirin.

Û Desteya Giştî raporên Hevrêzkarên Ofîs û Komîteyan gengeşe kirin, û civat demeke dirêj li ser Ofîsa Têkliyên derve rawestiya, û guhdarî şiroveya Hevrêzkarê Ofîsê kir, her weha şiroveyên Nûnerên Hevbendiyê li Emrîka Fransa, Almanya, Brîtanya, Italya, Bruksel, Urdin, Misir û Qeter û nûnerê Hevbendiyê yê NY li New Yorkê.

Û di roja duyemîn de Ofîsa Girêdanên Leşkerî raporek li ser rewşa meydanî û karên dijminkarî yên ku rijêm û hevalbendên wê yên Rûs pê radibin û bombebarana dijî avahiyên sivîl û armanckirina deverên ewle berçav kirin, û raporê tekezî li ser amadekariyên bilind yên Artêşa Niştimanî bo rûbirûbûna çi hewldanên binpêkirina rêkeftina kêmkirina şer kir.

Û civat di gengeşeya raporên sendîke û Komîteya Şopandina Cîbicîkirina Yasaya Qeyser û Desteya Niştimanî ya Karûbarên Girtî û Windayan û Şêwirdariyên Stratîcîk û Belge û Lêkolînan û Penaber û saziyên civaka sivîl û partî û kutleyên siyasî û revendan temam kirin, û dûv re ketwarê meydanî û siyasî û asoyên kar û guhertinên pêşbînkirî gengeşe bûn.

Şikodarî û nemirî bo pakrewanan

Azadî bo girtiyan

Serkeftin bo şoreşê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî

Ofisa Ragihandin û Peywendiyan

15 adara 2021

ShareTweetSend

Related Posts

Daxwiyanî

Derbarê peymana agirbesta li Xezzeyê

January 16, 2025
Daxwiyanî

Derbarê hevdîtina serkirdayetiya Hevbendiya Niştimanî bi serkirdayetiya rêveberiya nû ya Sûriyê re

January 12, 2025
Daxwiyanî

Hevbendiya Niştimanî sersaxiyê dide bi koçadawîkirina Şêx Sariya El-Rifaî

January 6, 2025
Next Post

Derbarê Gurzê Sizayên Birêtanî yê nû li Ser Rijêmê

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.