Bi rawestana xulekeke bê deng û xwendina fatîhayê li ser giyanî pakrewanên şoroşa Sûriyê, D. Nesir Elherîrî Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, rola 52yemîn ji cvînên desteya giştî di 12 û 13 îlona 2020an de destpê kir, û şiroveyek berfireh pêşkêş kir, têde behsa pêşketinên rweşa siyasî û pirosesa siyasî û nerîn û karên ku Hevbendî di du heyvên borî de pê rabûye kir.
Û Serokê Hevbendiyê di pêşî de li ser bêtara koronayê û pêketiyên li deverên rizgarkirî axivî, û her weha li ser rola Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Wezareta Tenduristiyê li hember vê bêtarê, û tevaya karên têne kirin, û pêwendiyên li gel saziyên navdewletî daku pêdviyên girîng bidin Wezaretan, û behsa belavbûna wê bêtarê li deverên di bin kontirola rijêmê de di dema bêkêriya rijêmê di rûbirûbûna wê bêtarê de kir, û her weha rewşa welatiyan ya xerab li deverên di bin kontirola rijêmê de, û derdeseriyên hevwelatî dikşînin ji ber aloziyên li dûhev ji ber kiryarên rijêmê. Herweha behsa pêşketinên siyasî kir, çi yên girêdayî hêminiya rêjeyî li deverên parêzgeha Idlibê û deverên Cebel Elzawiyê û Çayê Kurmênc û Çayê Tirkman be, an girêdayî binpêkirinên ji aliyê rijêmê û milîsên pêve girêdayî pêk tînin be, her weha hewildanên sepandina çareya leşkerî, û rola Tirkên hevalbend di sepandina bendên rêkeftina li gel Rûsiya li vê deverê da agirbestê biçespînin, her weha pêşketinên li devera Rojhilatlê Ferêtê û tiştê ku milîsên PYD ya terorîst pê radibe dermafê nişteciyên deverê û leşkeriya neçar û girtin û sepandina rêbazên ku gelê Sûriyê wan ret dike, û pêkanîna rêkeftinên betrolê yên ne rewa û ne yasayî ji bo berhemênana betrolê û samanên deverê, û behsa pêngav û pêwendiyên ku Hevbendiya Niştimanî pê radibe ji bo diyarkirina nerazîbûna ji wan rêşûnan kir, herweha tevgera cemawerî yaku li deverê çêbûye, û raperîna eşîra Igêdat û yên din dijî bûyerên deverê yên berdewam, û tiştê ku Komîteya Elcezîrê û Elferat ya girêdayî Hevbendiya Niştimanî pê radibe, di riya xebat û pêwendiyê li gel çalakiyên xelkê deverê û daxwaza karê bi hev re li gel wan, û yekrêziya niştimanî daku li hember wan rêşûnan bisekinin, û nehêlin ku biser bikevin, û rê bidin xelkê deverê ku rêveberiya xwe bi xwe bikin.
Û li ser rewşa li başûrê welêt û bûyer û operasyonên kuştin û revandin û gurkirina nakokiyên tolhildanê li wê deverê, û hewldanên çandina fîtneyan di navbera deşt û çiyê de, û karê ku “Komîteya Başûrê Cêwî” pê radibe, û karê berdewam ji bo pêwendiyê li gel çalakiyên her sê parêzgehan daku li hember wan hewildanên metirsîdar û xapîner rawestin.
Û Serokê Hevbendiyê li ser tevaya karên ku Hevbendî di dema bûrî de pê rabûye di bin navnîşana wergirtina rewaya rasteqîn ji aliyê beşên gelê Sûrî di riya pêwendiyeke berfireh re, li gel cûrbecûr pêkhat û çalakiyan re, û lidarxistina civînên girîng li gel komeke mezin ji partî û komeleyên siyasî, û bidawîkirina gera yekemî ya hevdîtina şêwirdarî, û hevdîtinên li gel pêkhatên Hevbendiyê bi kesayetên çlak ji birayên kurd, daku hevdîtinên pirogramkirî li gel cûrbecûr pêkhatên Sûrî li tevaya welêt wek hevdîtinên li gel xelkê Dêra Zorê û Reqa û Hesekê, yên ku rê bo lidaexistina hevdîtineke şêwirdarî ya berfireh ji xelkê devera rojhilat re xweş dikin, her weha li bakurê Sûrîyê, û cûrbecûr deverên welêt li deverên rizgarkirî, yan ewên di bin kontirola rijêmê û desthilata PYDê de jî.
Û Serokê Hevbendiyê bal kişand ser reşnivîsên pirojeyên niştimanî, û nûkirina peyama niştimanî , her weha li ser rêya pirosesa siyasî û gera Cinêvê ya dawîn axivî, û tekez kir ku rijêm di hewildanên paşxistin û revê de berdewam e, her weha nediyariya biryara navdewletî ya kartêker yaku dihêle biryarên rewa yên navdewletî li ser rijêmê bisepîne û nemaze biryara 2254.
Û ji ber giringiya karên ku Hikûmeta Demkî û saziyên girêdayî Hevbendiyê pê radibin, roja yekê ji civînan bo rapora Serokê Hikûmetê û Wezaretên Hikûmetê li ser karên pê rabûne hate terxankirin, her weha dijwariyên rastî karê wan tên, û pêşketinên di qadên avakirina Artêşa Niştimanî de, û avakirina polîs û dadweriyê, û rêxistinkirina karê dergehên sînorî, û rewşa koçberan, û encûmanên xwecihî, û tiştê ku Ofîsa Xizmeta Welatiyan di warê pesendkirina bawernameyan de, û çareserkirina pirsgirêkên welatiyan û guhdana karûbarên welatiya.
Desteya Giştî li rapora Yekîneya Hevrêziya Pişrgiriyê û karên mezin yên ku pê radibe guhdarî kir, her weha li ser karê senoqa qerzdanê û ya dexl û dan, û li ser serkeftin û astengiyan rawestiya.
Roja duyemîn ji gengeşeya rewşa siyasî û meydanî û raporên ofîs û rêvebirî û komîteyan û karê di dema bûrî de pêkanîne re hate terxankirin, û Serokê Desteya Danûstandinan ya Sûrî şiroveyek berfireh li ser rêya karê desteyê û pêşketina wê pêşkêş kir, û hejmarek ji pêşniyarên girîng derbarê pirosesa siyasî û tiştên rastî wan tên anîn ziman, her weha hewcedariya rêç û şêweyeke nû daku ji gelê me re rengê wê pirosesê û pêgiriya wan bi pirensîpên ku şoreşê li ser tekez kiriye zelal bike, û guhdanê bide cûrbecûr beşên gelê Sûriyê û di nav de derdora 13 melyon derbider û penaber û kesên koçberkirî.
Ji aliyê xwe ve Serokê Hevbeş yê Komîteya Destûrî, Hadî Elbehra, şiroveyek tekûz li ser karê Komîteyê û hevdîtina dawîn li Cinêvê, û dan û sitandina erênî ya Komîteya girêdayî desteya danûstandinê li gel nerînê Netewên Yekbûyî û Şanderê Navdewletî pêşkêş kir, her weha girîngiya lihevhatinê li ser xiştekara nîşankirî yaku dihêle rijêm û şandê rijêmê pê pabend bin, û danîna sînorekî ji paşxistinên ku rijêm çêdike re.
Û Desteya Giştî komek ji biryar û temîniyan û nerîna niştimanî û nûkirina gotara niştimanî, û berdewamiya di pêwendiyan de li gel cûrbecûr çalakiyên Sûrî û çespandina pişikdariyê di komek ji pêngavên pêwîst de, derxistin.
Dilovanî li giyanî pakrewanan
Saxlemî ji birîndaran re
Azadî ji girtiyan re
Serkeftin ji şoreşê re
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
14 îlon 2020