Ofîsa Revendan di civînên rola 52yemîn de, rapora karê xwe ji Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî re pêşkêş kir, û têde çalakiyên Komîteyê di dema bûrî de û encamên hevdîtinên li gel hejmarek ji Revendên Sûrî li seranserî cîhanê pê rabûne berçav kir.
Û Hevrêzkarê Ofîsa Revendan, Mihemed Yehya Mektebî, eşkere kir ku ofîsa wan li gor pilanekê hevdîtinên rolane li gel Revendên Sûrî li cûrbecûr dewletên cîhanî kirine, û got ku ew wek beşekî ji pilana Hevbendiya Niştimanî ye, bi armanca berdewamiya pêwendî û hevrêziyê li gel Revendên Sûrî, daku pêşketin û pêşhatên li ser asta meydanî û siyasî li Sûriyê dibin ji wan re zelal bike.
Û raporê bal kişand ku Ofîsa Revendan zêdetir ji 6 civînên ji dûr ve li gel hejmarek ji Revenên Sûrî lidar xistin, û tê de girîngî dan bandora bêtara korona li Sûriyê bi awayekî giştî û li deverên rizgarkirî bi awayekî taybet, her weha rêyên pêşkêşkirina piştgiriya pizîşkî û hawarçûna sivîlan û karên ji bo sivikkirina derdeseriyên wan.
Û Mektebî got ku ofîsê şiroveyek berfireh li ser pilana karê Hevbendiya Niştimanî di dema niha de û karê ofîs û rêvebirî û komîteyan û rola Hikûmeta Sûrî ya Demkî di rêvebiriya devrên rizgarkirî de û çakkirina xizmetguzariyan pêşkêş kir, her weha li ser pêşhatên pirosesa siyasî û xebatên Komîteya Destûrî ya Sûrî axivî.
Û Mektebî tekezî li ser rola girîng a revendên Sûrî li cûrbecûr dewletên cîhanê ji bo danasîna rasteqîn bi şoreşa Sûriyê û armancên wê kir, û bwhsa çêkirina fişarê li ser xwedîyên biryarê di hikûmetên dewletên pêşwaziya penaberên Sûrî kirine kir, daku hêviyên gelê Sûriyê di azadî û rûmetê û demopqratiyê bicî bînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî