Komîteya Saziyên Civaka Sivîl rapora xwe ji Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî re, di civînên rola 52yemîn de pêşkêş kir, û têde kar û çalakiyên Komîteyê di dema çarîka sêyemîn ji salê û pilana karê çarîka dawîn ji vê salê berçav kir.
Û Hevrêzkarê Komîteyê, Zuhêr Mihemed, eşkere kir ku di dema bûrî de komîteyê girîngî da xurtkirin û hevrêziyê li gel saziyên civaka sivîl yên Sûrî, û behsa rêyên piştgiriya pêkhatên civaka Sûrî û dabînkirina hewcedariyên wan kir.
Û Mihemed bal kişand ku Komîteyê Workşopek lidar xist ji bo gengeşekirina pêwîstî û astengiyên tomarkirina saziyên sivîl û rêyên hevkarî û hevrêziyê daku bighên encamên baştir di vê derbarê de.
Û Mihemed di rapora xwe de diyar kir ku Komîteyê hejmarek ji hevdîtinan bo gengeşekirina çawaniya pêşxistina karê hevbeş li gel saziyên civaka zsivîl di çarçoveya pilana Hevbendiyê ya armanc jê vekirina derî li pêş sazî û rêxistinên Sûrî ye lidar xistin, û daku piştgiriyê jêre bikin, û bihêlin ew karibin bi erkê xwe derbarê gelê Sûriyê rabin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî