Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Bi dirêjahiya du hefteyan li pey hev, Cîhan bi tevayî destdirêjiyeke Rûsî ya berfereh li ser gelê Sûriyê dibîne, rengvedanên wê dijminkariyê bi sê awayan xuya dibin, yekemîn rengvedan di oparisyonên bombebarankirina esmanî û ya mûşekan de xuya bû, hevdem ligel oparisyonên bejayî yên hêzên Esed ligel hêzên pasdarên Îranê li dijî artêşa Azad bi beşdariya efser û pisporên Rûs, û ev herdu oparisyon di çendîn parêzgehên Sûriya de hatin encamdan.
Duwemîn rengvedan hatin xuya kirin, bi avakirina binke û dezgehên deryayî û yên esmanî û bejayî li ser qada Sûriyê ji aliyê Rûsiyan ve, ku ne bitenê serweriya gelê Sûriyê binpê dike, lê herwiha berdewamî û gurkirina destdirêjiyê dirust dike ku hebûna Rûsiya bibe dagîrkariyeke dîrek û rastexo.
Lê sêyemîn rengvedan, alîkariya pir ya Rûsiya ji rêjîma Esed re tevî piştgiriya siyasî herwiha alîkariyên abûrî û yên çek û teqemenî û alavên leşkerî jî bi xweve digire, tevlî çekên pêşketî ji cûreyên nû, ku armanca wê bihêzkirina rêjîma Esed e dijî gelê Sûriyê.
Armanca serekî ya destdirêjiya Rûsiya li ser Sûriya, ne şerê li dijî girûpên radîkal û terrorist e û bi taybetî ne li dijî mêlîşiyên “DAÎŞ”ê ne; wek daxuyaniyên Rûsî dibêjin, lê ji bona piştgiriya rêjîma Esed e ligor daxuyaniyên eşkere yên serkirdeyên Rûs ragihandin, yekser piştî destpêkirina oparisyonên Rûsiyan, ku sivîl kirin armanc, û di êrîşan de jin û zarok û pîr kuştin, herwiha di wan êrîş û oparisyonan de çekdarên Artêşa Azad jî hatin kuştin.
Li gor Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, destdirêjiya Rûsiya li ser gelê Sûriyê dişopîne, dibîne ku ev destdirêjî ber bi asteke metirsîdar diçe ber bi aqarê destêwerdanên derekî yên bi mebesta bindrstkirina xelkê Sûriyê bi rêka kuştin û koçbarkirin û wêrankirina welatê wan, ku rêjîma Esed ligel Îranê û hizibulah û çeteyên Îraqê û bi tevlîbûna Rûsiya bi heman kiryaran dirabe, ku dergehan diveke li pêş tevlîbûna hindekên din bo vê hevpeymaniya ne pîroz, ya ku Mizgeft û dêran bombebaran û wêran dike, û xelkê Sûriyê ji Misliman û Xiristiyaniyan dikuje.
Herwiha Desteya Giştî ya Hevbendiyê dibîne, ku dagîrkeriya Rûsiya pêvejoya şer di Sûriya de bihêztir kir bi tevlîbûna dewleteke zilhêz bi hemû hêz û şiyanên xwe bo bilindkirina asta kuştin û wêrankariyê, herwiha hewl û bizavên navdewletî ji bona çareseriya siyasî bo doseya Sûriyê dûr dike, û beşdariyê di berdewamî û dirêjîpêdana karvedanên herêmî û navdewletî dike, û Rûsiya dest ji rola xwe berdaye wek dewletek zilhêz di hewlên çareseriya Siyasî ya ligor daxuyaniya Jinêv, û bû aliyek di doseya Sûrî de.
Em di Hevbendiya Niştimanî de; piştî derencam û guherankariyên destdirêjiya Rûsiya, bi sercem rehend û karvedanên pêve, em retkirina xwe ji destêwerdana Rûsiya re bi hemû armanc û bihaneyên wê û gotgot û derewên derbarê dijberiya “DAÎŞ”ê tekaz dikin, û Em berxwedana li dijî dagîrkeriya Rûsiya û hevpêmanên wê bi erkek niştimanî radigihînin, û tevlîbûna di wê berxwedanê de pêwîst dibînin, û daxwazê ji dostên gelê Sûriyê dikin ku alîkariya siyasî û madî û leşkerî pêşkêş bikin bo rûbirûbûna vê dagîrkariya li ser gel û welatê Sûriyê, herwiha daxwaza şermezarkirina vê destdirêjiyê ji Netewên Yekgirtî û ji sercem rêxistin û saziyên navnetewî dikin.
Bijî Sûriya dewletek serbixwe û miletek azad
Serşorî ji hemû dijminên gelê Sûriyê re
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Desteya Giştî
11 Çêreya Pêşîn 2015