Daxuyaniyek Rojnamegerî
Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî, di dewreya xwe ya bîst û pêncemîn de, pêşinyara şnderê Netewên Yekbûyî Stîvan Dî Mistora, derbarê her çar girupên kar û raman û awayên pê ve girêdayî gotubêj kirin, ew jî li gor rapor û qewîtiyên ku Desteya Siyasî pêşkêş kiribûn, û daxuyaniya hevbeş bi ketîbeyan re, û li ser van xalên jêrîn tekez kir:
1- Divê serastkirina siyasî li Sûryayê bi tiştê ku di daxuyaniya Cinêvê (30 Pûşber/Yonyo2012an) û biryarên Encumena Ewlehiyê û rewakariya navdewletî, bi taybet biryara 2118, û encamên kongirê Cinêv2 de hatiye bike. Û pêkanîna desteyeke fermandar û veguhêz, bi hemû deshilatiyên xwe yên cîbicîkirinî bê Esed û girupa wî kakila operasyona serastkirinê be, û xala destpêkê be.
2- Erkên navgîniya navdewletî ji dema rawestana kongirê Cinêv2 di heyva Sibat/Fibrayer2014an de ne li ser bingehin diyar ku veguheztineke aştiyane ji desthilatê re û pêkanîna desteyek fermandar û veguhêz misoger bike ava bûye. Tenê bi nîv çareserkirinan mîna agirbestin demkî yan lidarxistina hevdîtinin şêwirdarî jî razî bû, bê tevger û bizavek ceddî û berpirs ku bumbebarankirina rejîmê ji bajarên Sûrî re bi sarûx û bermîlên teqîner re rawestîne.
3- Pêşinyarên Girupên Kar mîna erkek şêwirdarî ji bingehên operasyona serastkirinê derdikeve, û lêvegeriya wê weke ku Encumena Ewlehiyê biryar pê dabû paşguh dike, û bendên bi rawestana kuştin, rihakirina girtiyan, vekirina dorpêçkirinê, û derbaskirina alîkariyan ve eleqdarin dixe operasyoneke ji diyaloka fireh, lê ew bi xwe pêrabûnin ferz in, ji ber rejîmê li ser daxuyaniya Cinêvê erê kiriye.
4- Operasyona serastkirinê di pêkanîna desteyek fermandar û veguhêz de bi cî dihat, di pêşinyara Girupên Kar de bi awayekî ku diyalokê ji naveroka wê vala dike hatiye paşguhkirin, û mîna binpêkirinekê ji tiştê ku Encumena Ewlehiyê derbarê Sûryayê biryar dabû, û bi taybet biryara nemre 2118an re ye.
5- Êrîşa Rûsî ku binpêkirinek ji yasaya navdewletî re ye, û piştgiriyek ji rejîmaekê ku di kuştina sivîlan de kûr çûye re ye, xwevekişîna Rûsya ji erkên xwe mîna endameke berdewam di Encumena Ewlehiyê de û aliyek çavdêr bo daxuyaniya Cinêv2 re dide xuyakirin, û derfetên biserketinê ji çi serastkirinê siyasî re di bin siha dagîrkerinek zordar û dubendiyek navdewletî de têk dibe.
Milletê Sûrî ku di sala pêncan de li ser hev di riwê rejîma zordariyê de radiweste, dibîne ku rawestana di riwê êrîşên Rûsî û dagîrkirina Iranî di serê lîsteya karê wan de ye, û pirsyariya sereke di afirandina seqayên nearam, derxistina operasyona serastkirinê ji riya wê, û danîna keleman di riya berdewamiya wê de li gor lêvegera navdewletî pirsiyariya Rûsya ye ji ber ew yek ji çavdêrê guftugoyên Cinêvê ye.
Li ser vê yekê, Desteya Giştî di Hevebdniya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî de biryar da ku di Girupên Karê şêwirdar de beşdar nebin, û dibîne ku kirina bi daxuyaniya Cinêvê, biryarên Encumena Ewlehiyê, û rawestana êrîşên Rûsî bingeha berdewamiya operasyona diyalokê ye.
Di vê derbarê de karê xwe bi çareya siyasî ku veguheztina Sûryayê ji rejîmeke zordar, dagîrker anîn û samanê welat bi dest wan de berdan ber bi dewleteke serbixwe, dadweriyê, wekheviyê, û jiyana bi rûmet ji hemû welatiyên xwe re misoger bike tekez dike.
Hevebdniya Niçtimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî
Desteya Giştî
11 Cotmehê / Oktober 2015