Serpereştê Artêşa Azad Faris Elbeyûş serpereştê Lîwayê Fursan Elheq di daxuyaniyeke taybet de got: li aniya ‚‘‘ Kefer Nebûde‘‘ navbera Şoreşgeran û Hêzên Esed û çeteyên ko li kêleka wî şer girane. Ew yên ko dixwazin bi sîwana firokên Rûsyayê bajarok dagîr bikin. Lê belê xweragiriya Şoreşgeran ew bivênevê kirin û vegerandin. Di encamê de çend leşkerên Rêjîmê hêsîr kirin û çar Tang têk birin, yek ji wan Tangan modêla nû bû tête texmînkirin ko ji yên Rûsya ji Rêjîmê re evê dawiyê şandine.
Elbeyûş destnîşan kir ko Firokên Rûsî bi bombebarandina cihên Artêşa azad Rê li pêşiya hêzên Rêjîmê vedikin . Bêtir got ko şer berdewam e û moralê Artêşa azad bilind e û pêvajoya şer ji aliyê wan ve erênî ye.
Elbeyûş tekez kir ko herêmên firokên Rûsiya ewan amanc dikin hîç rêkxistina Daişê li wir nîn e.
Firokên Rûsî doh roja Yekşembê Navenda Bijîşkî ya Nehan li Nahiya Temani’a li Gundewarê Idlib bi du Mûşekên valahî amanc kir, digel wê jî bi dehan êrîş dan ser Temani’a di encamê de derb li çend sivîlan ket û birîndar kirin û avahî wêran bû û alavên bijîşkî jî û derman bertelef bûn.
Navenda bijîşkî xizmeta gelek sivîlên gundewarê Hemayê yê bakur û gundewarê Idlib yê başûr dike. Ew bi nûjentirîn alavên bijîşkiyê û kadiroyên taybet hatiye pêkanînû amadekirin.
Firokên Rûsiyayê ji destpêka êrîşên xwe de ji 30 Eylûlê cihên tenduristiyê amanc kirine. Nexweşxana Lataminê li gundewarê Hemayê û Nexweşxana Bijîşkên bêsînor li gundewarê Laziqiyê û cihê ambulensa Oryent li Cebel Elzawiye heta nuha amanc kirine.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî 130 êrîşên firokên Rûsî roja Şembiyê û Yekşembê serjimar kirine, û heta nuha çi herêmên Daişê bombebaran nekirine. Êrîş li ser herêmên gundewarê Hemayê û Parêzgeha Idlib û gundewarê Laziqiyê pêk anîne û di encamê de pênc sivîlan jiyana xwe jidest dane.
Her wiha Encûmena Xwecihî ya bajarokê Timani’a ragihand ko piştî ji hêla firokê Rûsya hatine amanc kirin Timani’a û Sekîk ji sivîlan vala bûne.
Jêder: Hevbendî