Monday, June 16, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Daxwiyanî

Deh Sal bi Temamî ji Şoreş û Xebata di Riya Azadiyê de

March 14, 2021
in Daxwiyanî
Reading Time: 4 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha

Daxwiyaniyeke Rojnamevanî

Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî pîrozbahiyên germ ji gelê sûrî re di vê boneya awarte de pêşkêş dike, bîranîna qedir giran, bîranîna dehemîn ya destpêkirina şoreşa sûriyê ya gewre, ew şoreşa ku ji rojên pêşî de giringtirîn armancên xwe pêk anîne, û peykerê rijêma tirsê yaku çeteyên Esed bi dirêjiya salan ava kirine rûxand, û hindik maye ji rêya berve temamkirin û çespandina sîstema demoqrasî û sivîl û piralî re, heye ev rê dirêj be û heye kin be, tev bi kar û xebata û beşdariya me ve têkildar e.

Dîrok danpêdanê bi nîv şoreşan nake, lewra ji bilî berdewamiya kar ti rêyek din li pêşiya me tune ye, û em piştrast û bawer in ku dê ev şoreş armancên xwe bi temamî pêk bîne, ta bighêje dewleteke sivîl û demoqrat û piralî, ya ku dê her sûriyek cihê xwe têde bibhîne, dewleta li ser bingeha hevwelatîbûna wek hev û serweriya yasayê ava be, dewleta ku rêzê li hemû xelk û pêkhatên xwe bigre, dewleta ku qedrê jinê û zarokan tê de hebe, û rê li pêşiya ciwanan veke, dewleta dikare ku rûpelekî nû veke, û bingeha jiyaneke rûmetdar ji me û nifêşên dahatî re ava bike.

Ji azadxwazên cîhanê tê xwestin ku rêzê li qurbaniyên ku vî gelê gewre ji bo azadiyê dane bigre, û kar ji bo rizgarkirina bi dehhezarên girtîyên di zîndanên rijêmê de bike, û alîkariyan bo bi melyonên koçberan pêşkêş bike, û fişarê li hikûmetan bike ji bo ku aliyên navdewletî û saziyên mafnasî berpisyariyên xwe derbarê wan hilgirin.

Ji cîhanê tê xwestin ku piştgiriyê bide bêgunehên li sûriyê, û rewatiyê ji ser rijêmê rake, û wê ji saziyên navdewletî biqewtîne, û alîkariyê bide azadîxwazên sûriyê di xebatên dijî rijêmê de, û pirojeyên Rûsî bo biserxistina rijêmê û nûkirina wê bişkîne, û li hember pilanên rjêma Îranî yên berfirehkirina zalbûna xwe û belavkirina nefret û mezhebperestiyê rawestin.

Di vê boneyê de vexwendin bo tevaya hêzên siyasî û kesayetên çandî û ramangîrî yên sûrî vekirî ye, ji bo diyalogên cidî di nava civakê de vekin, û têde li ser rêyên ku xizmeta vî welatî û bo rizgarbûna wî li ser hemû astan lihev bikin, û van diyalogan çalak bikin, û piştgiriya pirojeya diyaloga niştimanî ya bi siponseriya Hevbendiya Niştimanî ji çend heyvan de lidar e bikin, û wan diyalogan berve ancamên erênî de bibin.

Îro, piştî deh salên dijwar, ji me tê xwestin ku em sûdê ji vê rawestgehê bibînin, û lêvegereke cidî çêbikin, û kar binirxînin û şaştiyan serrast bikin, û hemû fakteran deynin ber çavên xwe, ji ber ku giringiya her yekê ji wan di rûbirûbûna astengiyên salên dahatî de heye.

Ti rêyeke kurtkirî an şêwazek bo xweavîtina di ser qonaxan re nîne, û ger em van alozî û kêşeyan piştguh bikin em biser nakevin, ji ber ku ew astengî ji ber xwe ve narin, divê em giyanê ku şoreşê di riya xwepêşandanan re sala 2011 li bajar û gund û bajarokên sûriyê belav kiriye vegerînin, û destpêşxerî û hêviyan bi dest xwe ve bînin.

Berdêl li pêşiya çalakvanên şoreşê û hêzên wê nîne, ji bilî ku çalakiyên xwe vejîn bikin, û li her cihekî tevlî karê şoreşgerî û siyasî bibin, li hundir û derve, li penageh û welatên koçberiyê, divê em ezmûna ku bi dirêjiya deh salan li bal me kom bûye, bikin piştgirî bo ku rêya xwe berve serkeftin û azadî û aştiyê bidomînin.

Îro em ahengan di bîranîna dehemîn a şoreşê de li dar dixin, em hêvîdar in ku ev dawîtirîn dema me ya penaberî û derbiderî û girtin û koçberkirin û peyketin û îşkencedanê be, û di bîranîa şoreşê ya sala  were de armancên azadî û dadwerî û rûmetê pêkhatî bin, û me karîbe veguhestina siyasî bicih bînin, û rijêmê ji holê rakiin û hêzên dagîrker û yên pêre alîkarî kirine ji welêt derketî bin, û em tev li meydanên sûriyê pesnê azadiyê bidin.

Şikodarî ji lehengên şoreşê û yên bi wan re rawestiyane re,

nemirî ji pakrewanên şoreşê re,

azadî ji girtiyan re, saxlemî ji birîndarên wê re.

Bijî Sûriya û gelê wê bi azadî û serfirazî.

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî

Ofisa Ragihandin û Peywendiyan

14 adara 2021

ShareTweetSend

Related Posts

Daxwiyanî

Derbarê peymana agirbesta li Xezzeyê

January 16, 2025
Daxwiyanî

Derbarê hevdîtina serkirdayetiya Hevbendiya Niştimanî bi serkirdayetiya rêveberiya nû ya Sûriyê re

January 12, 2025
Daxwiyanî

Hevbendiya Niştimanî sersaxiyê dide bi koçadawîkirina Şêx Sariya El-Rifaî

January 6, 2025
Next Post

Daxwiyaniya Kotahiya Civatên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî yên Xola 55emîn

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.