Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez dike ku tiştê ji aliyê Nûneratiya Yekîtiya Ewropayê bo Sûriyê ve hatiye belavkirin, şaşkirin û sextekirina rastiyan têde heye, ji ber ku kişandina şandê ji wêneyên bombebarana rijêma Esed û Rusyê û hevalbendên wan re li Helebê û gotina wan ku ev dever ji ber erdheja vê dawiyê wêran bûne, xapandineke ji raya giştî re, û bêgunehkirine ji rijêma tawankar û hevalbendên wê re, û windakirine ji nîşanên pêkanîna tawanê re, ji ber ku Cihên topan di vîdyoya ku ji aliyê şandê ve hatiye kêşan de diyar bûn.
Û berpirsa di Şandeya Yekîtiya Ewropayê bo Sûriyê de, gotiye ku deverên bakurê rojavayê Sûriyê deverên pevçûnan in, û ew nikarin bighêjin wan, Hevbendiya Niştimanî amaje bi wê yekê dike ku ev axaftin nezanîna rastiya deverê tê de heye, yan jî xapandinek bi mebest e, ji ber ku deverên rizgarkirî ji hemû şandyan re vekirî ne, û gelek berpirsên navdewletî serdana wê derê kirine.
danûstandina bi bobelata erdhejê re ji aliyê Nûneratiyên Netewên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê ve, bêhêviyek mezin ji gelê Sûriyê re çêkir, ji ber ku li hember bobelata erdheja wêranker ew bi tenê hiştin. Û dît ku alîkariyên bi rêya wan têne şandin, ji tawankarê cengê re ne, yê ku bobelata mirovahî bo nûvejandina xwe bikar tîne.
Hevbendiya Niştimanî ji Şanda Yekîtiya Ewropayê xwest ku nekeve nav kampaniya xapandinê ya ku rijêma tawankar serkêşiya wê dike, û ji civaka navdewletî xwest ku rê nede rijêma Esed ku ji bobelata erdhejê sûdê werbigire, û bi awayekî hûrgilî û rêkûpêk ji bo bidestxistina şiroveyeke rast ya ketwarê Sûriyê kar bike, û giringiyê bide karê dîtina mîkanîzmayên ku pêkanîna veguhestina siyasî misoger bike, û rijêma Esed li ser tawanên wê siza bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
5 adar 2023