Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku tiştê ji aliyê Nûneratiya Yekîtiya Ewropayê bo Sûriyê ve hatiye belavkirin, şaşkirin û sextekirina rastiyan têde heye, û cext kir ku kişandina şandê ji wêneyên bombebarana rijêma Esed û Rusyê û hevalbendên wan re li Helebê û gotina wan ku ev dever ji ber erdheja vê dawiyê wêran bûne, xapandineke ji raya giştî re, û bêgunehkirin e ji rijêma tawankar û hevalbendên wê re, û windakirin e ji nîşanên pêkanîna tawanê re, û bal kişand ser ku Cihên topan di vîdyoya ku ji aliyê şandê ve hatiye kêşan de diyar bûn.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de got ku danûstandina bi bobelata erdhejê re ji aliyê Nûneratiyên Netewên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê ve, bêhêviyek mezin ji gelê Sûriyê re çêkir, ji ber ku li hember bobelata erdheja wêranker ew bi tenê hiştin. Û dît ku alîkariyên bi rêya wan têne şandin, ji tawankarê cengê re ne, yê ku bobelata mirovahî bo nûvejandina xwe bikar tîne.
Û daxwiyaniya Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku gotina berpirsa di Şandeya Yekîtiya Ewropayê bo Sûriyê de, ku deverên bakurê rojavayê Sûriyê deverên pevçûnan in, û ew nikarin bighêjin wan, têde nezanîna rastiya deverê heye, yan jî xapandinek bi mebest e, ji ber ku deverên rizgarkirî ji hemû şandyan re vekirî ne, û gelek berpirsên navdewletî serdana wê derê kirine.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de ji Şanda Yekîtiya Ewropayê xwest ku nekeve nav kampaniya xapandinê ya ku rijêma tawankar serkêşiya wê dike, û ji civaka navdewletî xwest ku rê nede rijêma Esed ku ji bobelata erdhejê sûdê werbigire.
Û Hevbendiya Niştimanî ji Şanda Yekîtiya Ewropayê xwest ku bi awayekî hûrgilî û rêkûpêk ji bo bidestxistina şiroveyeke rast ya ketwarê Sûriyê kar bike, û giringiyê bide karê dîtina mîkanîzmayên ku pêkanîna veguhestina siyasî misoger bike, û rijêma Esed li ser tawanên wê siza bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî