Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî daxwiyaniya Mîrê Qeterê Şêx Temîm kurê Hemed Al Sanî, ya di axaftina destpêkirina kongirê Netewên Yekbûyî yê derbarê Dewletên Xwedan Kêmtirîn Geşepêdan, yê ku duh yekşemê li Dewhayê hatiye lidarxistin de, û têde matmayîna xwe li hember derengiya gihandina alîkariyan ji qurbaniyên erdhejê re li Sûriyê diyar kiriye, û tekezî li ser pêwîstiya bikarneanîna vê tirajîdiyayê ji armancên siyasî re kiriye, bilind nirxand.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit, tekez kir ku helwestên Dewleta Qeterê yên neguhêr derbarê gelê Sûriyê, dê hetahetayê di bîr û bala Sûriyan de bimînin, çi helwestên siyasî di forumên navdewletî de bin an jî helwestên mirovî yên bi alîkariyê bin, ya ku Qeterê herdem berî her kesî ji Sûriyan re pêşkêş kiriye.
Û Elmislit got ku gelê Sûriyê yê ji 12 salan ve ji ber tawanên rijêma Esed birîndar e, piştî erdheja wêranker bi taybetî li deverên rizgarkirî li bakurê Sûriyê, yên ku zêdetir ji deverên din ziyan ji erdhejê dîtine, azarên wî zêdtir bûne, û cextî li ser wê yekê kir ku divê giringî bo rizgarkirina kesên ziyandîtî bête dan, û ev bobelat ji bo armancên siyasî neyê bikaranîn.
Û bal kişand ser wê yekê ku derengiya gihandina alîkariyan ji bo deverên rizgarkirî diyar e, û divê Netewên Yekbûyî dest bi vekolînekê derbarê vê mijarê bike, û ji şaşiya xwe vegere, û li ser wê gotara xwe ya sivkatiyê bi mejiyê bimilyonan kes dike nemîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî